Dienstag, 24. Januar 2012

Bi Cesaret û Hewldan

Çi kar dibe bila bibe di serî de kêmasîyên xwe zêde ne. Mirov hîn nizane ku ew kar çer bimeşe û hîn di wî warî de bê tecrûbe ye. Dema jê re tekilîya xwe berdewam kir, hêdî hêdî di wî warî de dibe xwedî tecrûbe û kêmasîyên wî hêdî hêdî holê ra dibin. Bi tecrûbê bawerîya mirov bi xwe re pêda û zêde dibe. Demekî şuve mirov dibe hostayê wî karî. Lomaye ku gotinek almanî dibêje ku: “Tekrarkirin/dubarekirin dike hoste.“
Ji ber ku sedemên em pê dizanin, ji bo hinbûna xwendin û nivisandina bi kurdî pir asteng danîn ber me. Lê va astengana dema berê astengên pir mezin bûn. Mirovan bi serên xwe nedikarîn wan astengan holê rakin. Roj bi roj hinek îmkanên nû derketin, êdî ew asteng ber wan îmkanan piçûk man. Pir kes ji ber wan astengan weqas bêçare man ku ew guhertinên dawî qet bala wan nekişand. Ew asteng hîn ber çavên wan mîna çîya tên dîtin. Niha tenê hinek cesaret û hewldan ji bo hildayîna wan astengan gava herî girin e.
Di perwerdeyî yê de gotinek bi navê „bêçaretîya hinkirî“ he ye. Li amerîkayê zanyar hewzekê bi camek qaling dibirin. Semasîyekî (köpek balığı ) birçî dikin alîyekî, hinek masîyên din jî ji bo xwerina wî dikin alîyê din. Semasî di serî de her çiqas hucimî masiyan dike, li camê dikeve û bêçare vedigere. Wextekî şuve wê came navberê ra dikin. Dîsa jî semasî qet tiştekî nake. Ew bi tecrûbeyên xwe yên berê hinî vê bêçaretî ye bûye û  ew wusa qebûl kirî ye. Gor dîtina min pirhêjmarîya kurdan mîna wî semasîyê beçaretîyên ku ew berê hin bûne qebûl kirine. Loma hîn jî hajîya îmkanên li ber wan in nikarin bihesên.  
Ez bi tecrûbeyên xwe pê hesîyam ku pir tiştên di serî de nemimkîn tên dîtin bi cesaret û hewldan dû re dikare mîna îmkan li ber mirov derkeve holê. Tu tişt bê keda mirov pêşve naçe. Ked jî tu car bê tesir namîne. Ked dendikê bin erdê ye, dema xwe dipê.

Stuttgart, 24.01.2012

Donnerstag, 19. Januar 2012

Ez û Zimanê Kurdî

Di çîrokek kilasîk de tê gotin ku welîyekî Xwedê û jinek wî hebû ne. Ew welî ya rojekî xewnekê dibîne. Di xewnê de jê re tê gotin ku: “Ewê di demek nêzik de baranek bi hêz bibare. Her der ber ava wê baranê bikeve. Ew kesên ku ji kanîyên ku ava wê baranê tevûhev bûne avê vebixwin ewê dîn bibin.”
Mirov bang jina xwe dike û xewna xwe jê re dibêje. Herdû hev re qerar didin ku pêş baranê hemû fere û folên xwe yên li malê tujî av bikin. Wê qerara xwe jî tînin cîh.
Bi rastî jî çend rojan şuve baran dibare. Hêdî hêdî mirovên gund ku ji ava kanîyan vedixun dîn dibin. Di demek kin de êdî di wê heremê de kesên baqil namînin. Ji ber ku însan xwe û kesên mîna xwe baqil dihesibînin û di derheqa kesên din de xwe pîvan digirin, êdî di wê heremê de tenê ew welîyê Xwedê û jina wî dîn tên hesibandin, her çiqas bi rastî tenê ew baqil bimînin jî.
Jîyana cîwakî tenê bi du mirovan nameşe. Lê wezîyet bi dîn bûn û baqil mayînê jî namîne. Herdu bixwezin jî nexwezin jî tekîlîya xwe ya cîwakî didomînin. Lê êdî dîntîya cîwakê ji bona cîvakê bûye pîvan. Di cîwakê de ew mirova û jina wî miameleya dîntî yê dibînin.
Di serî de ewna guh nadin gotinên wan. Dizanin ku bi rastî ew ne dînin. Roj bi roj ava wana ku baran neketîya nav kêm bibe jî, hîn ewê demekî din qîma wan bike. Her ku roj derbaz dibin dunya ji wan re teng dibe. Mirov rojekî dîsa bang jina xwe dike û jê re dibêje: „Ma jinik, fikrê te çîye? Ez û te dizanin ku yên dîn ne em in. Bi rastî ew kesên ku ji me re dîn dibêjin bi xwe dînin. Feqet bi vî avayî roj bi roj jîyana cîwakî ji me re zehmettir dibe. Ma emê heyan ava me heye vî halî xwe bidomînin, an em jî dest bi vexwarina ava kanîyê bikin û vê zehmeta cîwakî xilas bibin?
Bersiva jinê wusa ye: „Tu rast dibêjî mêrik, dema dixwezî ezê herim kanîyê beroşek av bînim. Em jî ji wê avê vebixwin û mîna kesên din bibin.“
Gor rîvayetê ew jî ji wê avê vedixwin û mîna wan dibin.
Min çima va çîroka nivisand? Bi rastî ji bona tarif kirina tekîlîya xwe ya ji axaftin, xwendin û nivisandina bi zimanê kurdî re.
Ez jî mîna piranîya kurdên bakûr, dema zaroktîya xwe de di dibistana tirkan de hinî zimanê tirkî bûm. Her ku xwendekarîya mina dibistanên tirk pêştve çû, zimanê tirkî jî hêdî hêdî bû zimanê minê rojê. Kitab, kovar û rojnameyên me dixwendin jî tenê yên bi tirkî bûn. Lê wê demê îmkanên me yên çapemenîyên kurdî destxistin û xwendin jî qet tune bû.
Di jîyana xwe de cara yekemîn kitaba bi kurdî min mewlûda kurdî ditî bû. Lê ew jî bi herfên qur’anê/erebî hatibûn nivisandin. Dîya min ji min re çend caran ji wan pelên mewlûdê xwendî bû, lê min bi xwe nedizanî bixwînim. Dû re xelat di tê de tune be, di sala 1971 de kîtabek piçuk a kurdî ya bi herfên latînî hatibû nivisandin di mala me de dest min ket. Ez hîn nû hinî xwendina tirkî bibûm û min nedikanîya wê kitaba kurdî bixwînim. Di kitabê de hinek herfên mina w, x, î, ê,û hebûn û min nedizanî ku ew çer tên xwendin. Ji ber tirsa eskerên tirk ew kitaba hat wendakirin.
Di sala 1985 de di Stembolê kopîya çend rûpelên kitabek çîrokên kurdî ket destê min. Çîrok alîyên Osman Sebrî û mirovekî fransizî hatibûn komkirin û bi herfîn latînî hatibûn weşandin. Ew rûpelana çend rojan ji min re bibûn çavkanîya hinbûna zimanê minê zikmakî. Lê ew jî li wir ma. Feqet min bi xwe di xeyalên xwe da tu carî tekîlîya xwe bi kurdî re qut nekir. Kelîme û gotinên tirkîyên ku min dikanîya wergerînim kurdî di mêjoyên min de her dem dihatin û diçûn. Vanî kurdîya mina zaroktîyê li her demê ba min zindî hişt.
Sal derbaz bûn, roj hat min xwe li Elmanyê dît. Ji ber ku me berê xwe carê dabû rojavayê, an jî berê me carê di alîyê rojavayê de hatibû dayîn. Dema min dest hinbûna zimanê elmanî kir, xwestina min a hinbûna xwendin û nivisandina kurdî jî serî hil da. Di sala 1992 an de weşandina kovara Nûbiharê ji min re bû dibistana zimanê kurdî. Nivisandina min a yekemîna bi kurdî jî kovara Nûbiharê re bû.
Ji ber ku li Tirkîyê ji me re pir tişt qedexe bûn, min wer dizanî bû ku dema îmkanên me hebin emê pir xwestin û armancên xwe re karbikevin û wan ava bikin. Îmkanên me yên madîyên li ewrûpayê di vî alî da şaşitîya texmînên min derxistin holê. Dû re derketina înternetê û îmkanên wî yên di alîyên zimanê kurdî de jî eva realîta perçîn kir. Kurdên ku giringîya bi kurdî axifandin, xwendin û nivisandin dihanîn ziman, hîn jî bi xwe tirkî diaxifîyan, dixwendin û dinivisandin. Lomaye ku bi salane di navbera kurdên ku ez nasdikim bi kurdî nivisandin tiştekî îstisna ye.  Dema li ser pirsgirekê hat axifandin ewna pir tiştên balkêş bilêvdikin, lê di jîyana xwe de dîsa jî ber pêla tirkî ketine û diçin. Ez bi xwe hemberî zimanê tirkî ninim. Ger em bi tirkî jî binivsînin û bixwînin. Bi rastî hinek tişt di şert û şûrtên îroj de bê tirkî jî nabin. Lê ger em tekilîya xwe kurdî re jî nebirin.
Heyan dest min tê dixwezim ku ji hemû zimanên ku dizanim re tekîlîya xwe pêştve bibim. Di warê ziman de gotinek tirkî yê baş heye. Tê gotinê ku “Her ziman mirovek e, mirov çend zimanan bizane weqas mirov e.” Lê em kurd zimanên xwe yê zikmakî heyan dest me bê dixwezin bîr bikin. Hela nivisandin û xwendina zimanê kurdî tiştekî fuzûlî dibînin. Va çima wusa ye?
Niha çîrokê bînin bîra xwe. Xema kesî nine, her kes ava kanîyê vedixwe û netîca wî nanêre. Carna bi xwe re dibêjim: Ma keko derdê min çî ye? Ez çima di dû vî zimanê bê xwedî ketime û ji xwe weqas di tengasîyê da hîs dikim. Her kes dîn e, ez tenê baqil im û hwd?
Bi rastî ez nikanim ji vî zimanî dest berbidim. Ji ber ku ew zimanê minê zikmakîye û pir hîs û xeyalên min girêdayîyê vî zimanî ne. Dema ez ji vî zimanî dest berbidim, ger ez va hîs û xeyalên xwe jî bîr bikim. Ew jî ji bona min ne mumkîn e. Dema di jîyana min de kurdî tunebe ewê ji min re kêmasîyek be û ji min re bibe tengasîyek mezin. Ji ber ku ew ji min parçeyek e, parçeyek jîyana min, parçeyek kesayeta/şexsîyeta min. Naxwezim ji xwe parçeyekê bavêjim û nikanim jî wusa bikim. Le mîna her kesî ez jî dixwezim ku ji xwe re hevalan bibînim. Mirov di warekî de çiqas zêde xwedî heval be, weqas zêde jî kêfxweş dibe.
Di warê zimanê kurdî de pir kêm bin jî hinek kes bi qelem û gazîyên xwe ji min re hevaltîyê dikin. Di tenêtîya min de, ji min re dipisînin û dibêjên: “Em jî mîna te li vir in.” Ew pispisandina wan ji min re dibe çavkanîya domandina dîntîya min.
Mirov dîn be jî naxweze tenê dîn bimîne, dixweze hîn dînê wek xwe jî bibîne. Herê hevalno, carna bi dîntîya xwe ji min re alîkarîyê bikin, belav bikin tenêtîya min. 

Gulan/Pûşper 2007

Mittwoch, 18. Januar 2012

Bîranîyên min ên zaroktîyê / Zivistan

Îsal di çileyê zivistanê de zarok hesretîya berfê dikişînin. Hewa sayî, ezman dibiriqin. Tiricên rojê di nav gulîyên daran de xwe digihînin pencira min, li ser dîwarê oda min de sîya darê bê ber û pel dineqşînin. Di alîyekî de bîranîyên min ên zaroktîyê, di alîyekî de jî va halê ber çavan xeyalên min mîna çimçolek dibin wî alî û tînin vî alî.
Zaroktîya mina li Kurdîstanê di gundekî piçuk de derbaz bû. Alîyekê wê bi kêf û zewqa zaroktîyê, alîyekê wê jî bi derd û kulên wê demê di nav mêjoyê serê min de xwe mîna roj û şev didin ber hev. Ji ber ku demsal zivistan e, niha zêdetir rojên zivistanê li ber çavên min re derbaz dibin. Dixwezim niha van xeyal û bîranînên xwe pêşkeşî we xwendewanên delal bikim.
Dema berfê lê dikir, di alîyekî de xof, di alîyekî de jî kêfxweşî peyda dibû di dilê me de. Xofa li ber girtina rê û dirban, xofa li ber tirsa gur û cinawêran, xofa li ber çetinîya rojên bi sar û seqem û hwd. Kêfxaşîya me ya ji lîstîka di berfê de bi berfê re, lîstika me ya li ser xanîyan. Kêfxaşîya guhdarîkirina deng û bengên nêçîrvanên dora gund û hwd.
Nêçîrvanan rêfên kewan ra dikirin û di bidû wan diketin. Dema hewa hinekî xweş û berf jî nerm bûna pişt yêk-dû firan perên kewan şil dibûn, nedikarîn êdî bifirin. Neçîrvanan ew bi destan xweşî pê digirtin, dikirin paşîla xwe û bi xweşî dihanîn mal. Kewê gozelên ku nîkil û ling sor. Dema li malê de qefes hebûna ew kewana sax dikirin qefesan. Ji bona me zarokan temaşekirina kewên di qefesê de mîna şahîyekê bû. Tu nizanî ku em çiqas kêfxweş dibun, dema kewan nanê ku me bi destê xwe dida ber  nîkila wan kut bikirin¸êdî dinya yê me bû.
Pişta hemû xanîyên li gund bi xwelîyê hatibûn girtin; ne mîna îroj sac ne jî kiremît hebûn. Tenê pişta mekteba/dibistana gund bi sac hatibû girtin. Loma dema berf dibarî ger di serê sibê de pişta xanîyan ji berfê bihatana pakkirin. Bi kurtman berf dihatin rêşkirin û di sivîngên xanî de dikirin xar. Carna berfê lê dikir û bi saetan, carna jî bi rojan berdewam dikir. Wê çaxê di rojê de du-sê caran pişta xanî dihat pakkirinê ku giranî zêdetir neyê ser kêran û cisiran.
Ger carna pişta xanî bihatana luqkirinê ku dilopan neke. Luq ji keviren reş ê pirxonek dihatin çêkirin. Luq çiqas giran bûna weqas baş bû. Ji ber ku luqê giran baştir pişta xanîyan didewisand ku pişta xanî kêmtir dilop bike. Giranîya wî ji bona cisir û kêranan ger tehluke jî pêda nekira. Yek jî bi luqê giran pişta xanî luqkirin ji bona mirov zehmet bû. Di serî de li pişta xanî ka ya hûr dihat reşandin ku luq sîyaxa pişta xanî ji xwe re ra neke. Dû re jî bi daloq luq li ser pişta xanî dihat gerandin. Daloq ji daran hatibû çêkirin. Herdû serên luq de korciken kur hatibûn çekirin. Herdû alîyên daluq ve jî ji bona va korcikana ji darê du guç hebûn. Va guçana diketin korcikan, serê doluq jî bi xapikekî an jî sirîtekî dihat şidandin ku guçên doluq ji luq nefilitin û luq di sivînga xanî de nekeve jêr. Dema luq di sivîngê de biketana, cardin hanîna wî ya li ser pişta xanî gelek zehmet bû. Tehlukeya şikandina luq jî hebû ku, di nîvê zivistanê de peydakirina luqekî din pir zahmet bû, carna jî nemumkîn bû.
Ji ber ku dîwarên xanîyan ji berf û baranan bên paraztin, pişta xanîyan ji her alîyekî ve qasî bostekî li ser dîwaran re derdiketin der. Me ji wan re sivîng digotin. Sivîng jî ger bihatana dewisandin ku avê bernedin dîwêr û bi xwe jî saxlem bimînin. Sivîng jî me bi şonik dikutan ku xwelîya li ser bidewise. Luqkirin karên mêran, sivîng bi şonikan kutandin jî karên me zarokan bû. Di dora pişta her xanîyeki an yek an jî du çirik hatibûn darxistin ku ava ku li ser pişta xanî ve diherike di çirikan de xwe berjêr bikerike.
Em zarok zivistanê tu car xijkirinê têr nedibûn. Cîhên berjêrên bê kevir û bê dar bona me xijonek bûn. Me xwe di jor de berdida heta jêr diçun. Lê ger em dîsa heyan jor hilbikişiyana ku carekî din xwe berdin jêr. Hilkişandina jor çiqas bi zehmet bûna jî, kêfxweşîya ku me xwe ji berjêr xijkirinê re digirt ew zehmetbûna me dida bîrkirin. Dema em êvarê bi kincên/cilên xwe yên şil û carna jî qelişandî dihatin mal pevçûna dê û bavên me ew kêfxweşîya me diherimand. Lê dora rojê em dîsan li serê xijonekê bûn.
Niha dinêrim ku zarokên me wextên xwe zêdetir ber televîzyon û kompîturan dibihurînin. Li vir, ba me, derî welat êdî berf jî nabare. Nizanim, zarokên gundên welêt niha zivistana xwe bi çi torê derbaz dikin.
18.01.2012, çarşem, Stuttgart

Dienstag, 17. Januar 2012

Silav

Silav ji we hemû xwendewanên malperê re,
Bi vê malpera di blogê de dixwezim ku carna hinek nivisên xwe peşkeşî ve bikim. Di alîyekî de jî hêvîdarim ku malper ji min re bibe sedemek ji bona nivisandina bi zimanê minê zikmakî. Her çiqas bi salane ku umrê min di dibistan û zanîngehan de derbaz bibe jî, ber zilm û zordestîyê min nekarî di dibistanan de nivisandin û xwendina zimanê xwe yê zikmakî hin bibim. Lê ger va ji bona cahîl mabûna xwendin û nivisandina vê zimanê li ber bivilên min mîna bahane nemîne. Lomaye ku heyan ji dest min bê dixwezim ku xwe di vî warî de pêştve bixinim.  
Ji bona berdewam û pêştxistina malperê her dem hewcîdarê we xwendewanên hêja me. Alîkarîya we yê herî ewêl jî di malperê de nivisandin e. Hêvîdarim ku hûn pişt bidin min û di rojaneyê de binivisînin.
Bimînin di xêr û xweşî yê de
17.01.2012, Sêşem, Stuttgart