Mittwoch, 25. April 2012

Her Tişt Bi Pîvan Xweş e

Di jîyanê de hinek dem hene ku mirov nikare xudana enîya xwe jî paqij bike. Ji xew, xarin û vexarinê re jî wext kêm e. Mirov bi lez hewl dide, hîn karek neqedîye karê din li pêş xwe dibîne. Li ber xwe re tîne û carna dibêje: „Ax çi dibe hinek wexta mina vala hebûna!“ Di wê dema teng de pir fikir û ramanên balkêş jî tîne bîra xwe, ji bona cîhanîna wan ji xwe re planan dike. Di wê demê de tu wexta wî mirovî vala derbaz nabe, hemû sanîye û deqîqeyên wî bi manîdar derbaz dibin; xewa wî, rûnuştina wî, vês girtina wî, xebata wî û hwd. Çima? Ji ber ku her wexta wî li gor hewcîya jîyanê derbaz dibe. Di navbera rabûn û rûniştina wî, xarin û vexarina wî, şixul û vês girtina wî, xew û hişyarbûna wî de pîvanek heye. Wê demê mirov çiqas biweste jî, çiqas biraze jî, çiqas bixe û vexe jî ji wan hemû kirinên xwe tamek xweş û delal digire. Ji ber ku hemû kirin û nekirinên wî cîh da ne. Jîyan ji wî razî ew ji jîyanê razî.
Em îcar jî berevajî li meselê binêrin. Mirovekî bê plan û bê program, tu leza wî tune. Dem ji bo wî tiştê herî zêde ye. Nizane ku çi bike. Kengê/çi wextê xwest radize, kengê jî xwest ra dibe. Xarin û vexarina wî jî belu nine. Carna bi pir xarin û vexarinê zikêşê digire. Dema rûnişt, xwe re nabîbe ku rabe. Karekî wî yî belu tune ku vêsa xwe bigre. Mirovek wusa çi dike bila bike tu tiştî razî nine û ji wan tiştan tam nagire. Ji ber ku ew kesa jîyanek bê pîvan derbaz dike, hemu kirinên wî bi texmînkî ne. Loma ne ew ji jîyana xwe razî, ne jî jîyan ji wî razî ye. Jîyan li ser pişta wî barek giran e. Ji ber ku ew nikare bi demê re bikeve bezê, dem wî mîna distar dihêre.
 Carna hinek însan pir baş xuya dikin, mirov wer zen dike ku bi jîyana xwe re pir kêfxweş in. Dema mirov ji wan re hevaltî dike,.pê dihese ku di dilê wan de firtûne ra bûye, pêr û pêrîşan in. Di vê dema nûjen de materyalizmê nêrînên pirahîya mirovan girtîye bin bandora xwe. Kesên ku xwedî mal û milk mirovên kêfxweş tên hesibandin û yên neçar jî kesên pêrîşan. Lê rastî ne tim wusa ye. Kêfxweşî û kêfnexweşî tenê bi mal û milk dernakeve holê. Raste, mal û milk pir astengîyan re dikare bibe çare, lê ne hemû astengîyan re. Carna mal û milk dikare bibe sedema jîyanek dijwar jî. Mirov mirovtîya xwe bizane û bikare li mal û milkên xwe hukum bike, ewê ji wan pir îstîfade bike. Lê dema mirov mirovtîya xwe nezane, mal û milk li wî hukum dike. Ew dibe kole û xulamê mal û milkê xwe, însanîyetê derdikeve. Wê demê jî ew kesa ne ji xwe re, ne jî însanan re dikare bibe sedema kêfxweşî yê. Ew êdî destê zilm û zorê ye, him ji xwe re, him jî însanîyetê re. Mal û milkên wî bûye bela serîyê wî.
Gotinek/biwêjek me kurdan eve: “Kevir di cîhê xwe de giran e.” Her çiqas va gotina ne ji bona tiştên min li jor rêz kirin bê gotinê jî min re bû çavkanîya vê nivisê. Her tişt bi pîvan xweş e.
 Stuttgart, 25.04.2012, çarşem

Montag, 16. April 2012

Nakokî Mirovan Dorpeç Dikin!

Gotin û biwêjên gelekî an jî zimanekî di demek dirêj de, yanê ji pêvajoyekê re derbaz dibin û derdikevin holê. Ewna girêdayî tecrûbe û jîyana wî gel û zimanî ne. Loma mirov dikare wan mîna hafizaya wî gel û zimanî bibîne. Dema gotin û biwêjek di jîyana rojaneya wî gel û zimanî de êdî cîh negirt, tê wê maneyê ku, ew beşa hafizeya ku ew gotin û biwêj di tê de cîh girtîye hatîye tehrib kirin, an jî êdî hewcîya wê beşê nîne . Ew gel êdî di wê gotin û biwêja xwe xwedî dernakeve, jê îstîfade nake.
Di vê dema nûjena ku em di tê de dijin mînakên wusa zêdetir di jîyana me de tên dîtin. Niha guhertin gor demên berê zêdetir û zûtir peyda dibin. Guhertin gor hewcîyên xwe hinek tiştên nû peyda dikin û hinek tiştên kewn ên êdî jê hewcî nake cîh dihêlînin û didin bîr kirin. Ew tiştana çiqas tiştên bingehî bin gor wan tiştan jî di bihgehîya wî gel û zimanî de guhertin peyda dibin. Ji wan guhertinan çi baş, çi nebaş e gor bawerî û dîtinên mirovan dikarin curecur şirove bên kirin. Di navbera guhertinên gor şert û şurtên demê de û di navbera guhertinên bi destên zilm û zorê derdikevin holê de jî ger ferq neyê paşçav kirin. Niha mijara min di vî warî de nivisandin nine. Bi rastî, di vî warî de nivisandin weqas rehet jî nine. Dibe ku mirov lêkolînan bike, gor bawerî û nêrînên xwe sedeman pêşkeş bike ku nîyet û meqseda wî bê famkirin.
Bi vê nivisê dixwezim bala we bigşînim li ser biwêjek bi tirkî û realîteya wê ya di jîyana gelê tirk. Tirk dibêjin: „Her zimanek însanek e.“ Bi vê biwêjê dixwezin ku giringîya zanîn û hinbûna zimanan bilêv bikin. Yanê dixwezin bibêjin ku kesên du zimanan dizanin mîna du mirovan in, kesên ku sê zimanan dizanin mîna sê mirovan in û hwd.
Niha dixwezim vê biwêja bi tirkî û jîyana gelê tirk bidim ber hev. Ka em lê binêrin va biwêja di jîyana wan de çiqas cîh digire?
Dema em sîyaseta komara Tirkîyê bimêzin, dibînin ku temamî sîyasetek dijî vê biwêjê tê tetbîq kirin. Di navbera sinorên komarê de bi salane hêdî hêdî hemû zimanên bilî tirkî hatin îmha kirin. Kurdî jî di vî warî de para xwe girt û hîn jî digire. Çînên hatin serê zimanê tirkî jî ne karê mine ku li vir ji we re pêşkeş bikim. Dixezim tenê mînakekê bidim û bala we bikişînim nakokîyek rojane.
Bîst salan zêdetire ku li Elmanyê dijim. Di nav welatên Ewrûpayê de herî zêdetir tirk li Elmanyê dijin. Hêjmara wan ser 3 mîlyon kesan re ye. Bi texmînan 1/5 ên wan kurd in. Hewce nake ku li vir di derheqê sîyaseta komara Tirk, ya li ser ziman û çanda kurdî tiştekî binivisim. Texmîna min hemû xwendewan di vî warî de kêm zêde xwedî tecrûbe û malûmat in.
Dixwezim vegerim biwêja destpêka nivisê. Ew biwêj gotinek galeri/civakî ye. Gotinên galerî aql û fikrên civakê ne. Wexta gotinek galerî di jîyana wê cîvakê de nehat tetbîq kirin, ew kêmasîyek û nakokîyek wê civakê ye. Ew kêmasî û nakokî jî bi şiklekî di jîyana wî civakî de dibe sedema kêmasî û nakokî an. Nakokîyên cîvakî çiqas zêde bûn weqas di jîyana wî gelî de tesîra wan jî zêde dibe. Va li ser jîyana endamên wî gelî de jî tesîr dike.
Di vî warî de mînakek pir balkêş ev e: Sala çûyên 50 salîya koçberîya kesên ku li Tirkîyê hatine Elmanyê bû. Pir kesên li Tirkîyê hatine û 20, 30, 40, 50 salin li Elmanyê dijin hîn jî zimanê elmanî nizanin. Ji bo vê realîteya tirkên li vir dijin muheqqeq hîn pir sedemên din jî hene. Tu vazîyetên civakî bi çend sedeman nikarin verin îzah kirin. Lê gor dîtina min sedemek hinnebûna zimanê elmanî jî ew nakokîya gelê tirkê ku di tê de dijî ye. Mirov çer dikare di alîyekî de giringîya hinbûna ziman bi biwêja xwe bîne ziman û di alîyê din de jî ji bona bîrkirin û îmhkirina hinek zimanan çi ji dest tê bike.
Gotinek me kurdan heye: „Xwedê tu carî heqê bizina kol ji bizina bi qoç re nahêlîne.“ Dema gotin û kirinên cîvakekê an jî mirovekî hevûdin negirt, ew civak an jî ew kes bi xwe re dikeve nakokî yê. Nakokî jî tu kesî re nabe xêr û ber. Em dîsa bizivirin mînaka xwe. Gelê tirk her çiqas bibêjin „Her zimanek însanek e“ jî; ji ber zilm, zor û qedexe kirina zimanê kurdî ew nakokîya wan, wan bi xwe jî dorpeç dike, ji wan re dibe sedema hinnebûna zimanan.


15.04.2012, Stuttgart, yekşem.

Donnerstag, 5. April 2012

Tu û Wê/Wî

Ez li te, tu li min digerî heval. Ez dixwezim bibim hevalê te, tu dixwezî bibî hevala min. Hevaltî çîye, hûn dizanin, em dizanin?
Bi salane em ji xwe re rojên xwe yên hîn nehatî, pêşerojê dihewînin. Rojên nehatî. Ewê werin? Em li benda wan in, hûn li benda wan in. Lê nizam ew jî benda me ne? Gengaze/mumkîne ku ew roj werin, gengaze ku jî neyên. Mesele hatin û nehatina wan nine, mesele mayîn û nemayîna min e/te ye. Dema umrê min/te qîm bike, tuyê/ezê wan bibinî/im, qîm neke jî nebînî/im. Ya herî girîng hatin û nehatina wan nine, dîtin û nedîtina min/te jî nine. Ya herî giring payandina te ye/min e. Rojên derbaz bûn, mirov nikare wan şuve bîne. Pêşeroj jî hîn nehatîye. Jîyan dema ku niha em di tê de dijin e. Ne pêş, ne paş; ne jêr, ne jor; ne rast, ne çep. Tenê gava ku em di tê de dijin. Tu di wê gavê de çi bikî ewe jîyana te. Derî wê gavê her tişt xwe xapandin e. Berketina rojên bihurî jî, qisaweta ber rojên hîn nehatî jî mirov di vê gavê dûr dixine.
Nizanim, qet hat serê we! Dema mirov li benda tiştekî nebe, xwe di valatîyê de hîs dike. Valatîyek bê ser û bê bin. Di wê gavê de dem disekine. Mirov zen dike ku ew gava qet naqede. Mirov dorpeç dibe. Tu tişt nayê dîtin û bihîstin. Roj tune ye, şev tune ye; ne jî sar û germ. Mirov mîna kevirekî di binê golê da ye, golek kûr. Bê deng û bê beng. Lê bê dengîyek bi tirs û xof. Li der ve mîna kevir, li hundir ve mîna barûta li ber agir. Di navbera du serîyên dijî hev de çûyîn û hatin. Êdî tu tişt qîma te nake, tu kes ba te nine. Tu û tu, tu û xwe. Ewê wusa pir berxwe nede. An tu bi xwe bihesî, bi xwe re derîyekî bibînî, xwe bigihînî wê/wî. An jî tu bi xwe nehesî, bi xwe re şer bikî, bibî ser û bin, gijgilek. Êdî tu, tu ninî. Ger tu parçe parçe bibî. An jî derengbe jî hiş bê serê te, xwe bihesî. Ji ber ku xwe bigihînî wê/wî carek din dest bi jîyanê bikî, biherikî, bişemitî, bifirî, bicemidî, bihelî, bikelî, … Çi dikî bike, çi tê serê te bila were, lê di valatîyê de nemîne!
Carna dibe ku mirov bîhn çik bibe. Xem nîne. Wê demê lazime ku mirov bîhna xwe bigire, vêsa xwe bigire. Ev ne valatî ye. Ev ji bona destpêkek din amadebûn e. Ji bona hewlêdanek din hêzgirtin e. Tu û wê/wî mîna av û helm hevalên hevûdin in. Jîyan didome.


4.4.2012, Stuttgart, çarşem