Mittwoch, 15. August 2012

Hêza Edebîyatê

Min li vir çend rojan peşt ve kitêbek Cengîz Aytmatov, bi kurdî, „Evîna Cemîlê“ xwend. Kitêb ji alîyê Nacî Kutlay ve hatîye wergerandin. Li ser kitêbê nehatîye nivisandin ku ji kîjan zimanî hatîye wergerandin. Li gor pêşgotina kitêbê, ya ji alîye Louîs Aragon ve hatîye nivisandin, mirov dikare jê derbixe ku kitêb ji fransî hatîye wergerandin. Sernivisa pêşgotinê wusa ye: „Çîroka evîndarîyê ya herî xweş. Parîs, 30 Adar 1959“.
Kitêb ji çîrokêkê pêk tê û navê xwe jî ji wê çîrokê digire. Çîrok bi xwe çîrokek balkêş e. Li vir naxwezim li ser çîrokê zêdetir bisekinim. Zêdetir dixwezim li ser pêşgotina Louîs Aragon bisekinim. Çima? Ji xwe mijara vê nivisê jî bi xwe bersiva wê pirsê ye.
Cengîz Aytmatov niviskarekî qirxizî ye. Birêz Louîs Aragon dinivisîne ku wî bi xwe va çîroka ji zimanê ûrizî wergerandîye zimanê xwe, lê ew çîrok ji qirxizî wergerandine ûrizî. Tê xuyakirin ku çîrok qirxizî hatîye nivisandin, dû re wergerandine ûrizî, birêz Louîs Aragon wergerandîye fransî û birêz Nacî Kutlay jî wergerandîye kurdî. Ango çîrok ji çend bêjingan re derbaz bûye. Dîsa jî çîrokek baş e, xwendina wê salix didim. Kek Nacî Kutlay jî bi kurdîyek xweş wergerandîye.
Di derheqê edebîyatê û girîngîya edebîyata gelekî de em pir tiştan dibihîsin. Carna weqas tiştên gir û gerî tên gotin, an jî nivisandin ku mirov dibêje: „Ka edebîyata gelekî nebe ew gel bi xwe tiştek nîne“. Ma bi rastî jî edebîyat ji bo gelekî weqas pêvist e?
Raste, tenê bi edebîyatê gelek peyda nabe, lê gelekî bê edebîyat nuqsan e. Ez dixwezim dîsa vegerim/bizivirim pêşgotina kitêbê. Sal 1959. Reqabetek dijwar di navbera Yekitîya Sovyetê û Amerikayê de heye. Dunya bûye du parçê. Parçeyek ketîye bin mayeta Ûrizan, parçek jî bin mayeta Amerîkayê. Her alî xwe baş dibînin û alîyên din jî xirab. Di demekê wusa de Qirxizîstan bi xwe dewlet jî nîne, parçeyekê Yekitîya Sovyetê ye. Hebûn û tunebûna Qirxizîstanê û zimanê qirxizî wer xema kesî de jî nîne, di xema ewrûpîyên rojava de qet nîne. Feqet çîrokek niviskarek qirxizî bala niviskarekî fransizî dikşîne. Ew wê çîrokê werdigerîne zimanê xwe, wedişîne û jê re pêşgotinekê dinivise. Di pêşgotinê de hewldana xwe ya ji bona naskirina niviskar, welatê wî û cîhê çîrok di tê de derbaz dibe bi şiklekî zelal tîne ziman. Gor min va hewldanên birêz Louîs Aragon nîşanên hêza edebîyatê ne.
Edebîyat ne tenê ziman û çanda gelekî berfireh dike, wî gelî û çanda wî jî bi şiklekî baş û delal dide naskirin. Birêz Louîs Aragon gor şertên wê demê heyan ji destên wî hatîye xwestîye ku di derheqê Qirxizîstan û qirxizan de agahdar bibe, gor xwe lêkolîn çêkirine û xwestîyê çîroka vî gelî herî baş fêmbike. Bi matbûnek mezin xwestîye fêmbike ku, çer dibe niviskarek 30 salî (wê demê temenê Cengîz Aytmatov 30 sal e) dikare çîrokek wusa balkêş binivise?
Louîs Aragon dinivsîne ku: „Me di derheqa Qirxizan de çi zanîbû? Gelo em li ser vî welatî, ku di navbera Çîn, Tacikîstan û Qazakîstanê de cîhekî tenge, çi dizanin?  Bi saya serê Cemîlê em diçin wan deran, lê ew der dikevin kîjan alîyê Asyaya Navîn? … Dîsan ez bi tehrî bi edetên wan hesîyam.“
Gor dîtina min di van hevokana de hêza edebîyata gelekî xwe eşkere dike.
15.08.2012, çarşem.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen