Donnerstag, 29. März 2012

Newroz û Sîyaset

Em bixwezin jî nexwezin jî roj derbaz dibin; carna bi dilxweşî, carna jî bê kêfxweşî. Bi her roja bihurî re ji umrê/jîyana me rojek dadikeve. Em nikarin demê bidin sekandin, lê em dikarin bi hewldan û kirinên xwe bi demê re bibezên, jê îstifade bikin. Demsal bihar, roj rojek ji meha adarê ye. Newrojê mizgîna biharê da û derbaz bû. Em ji rojên xwe yên mayî nefes bi nefes dibuhurînin, roja xwe dipên.
Îsal newroz derbaz bû, lê hîn deng û benga wê derbaz nebû. Berê rojên zivistanê di herema Kurdîstanê de pir çetin bûn, yên ku dîtine dizanin. Hîn jî pir cîhan zivistan çetin e, lê ne qasî berê. Dû wan rojên bi zehmet, hatina biharê sedemek bîrojbahî û şahîyê bû. Va jî bi newrozê re dihat pîroz kirin. Raste, newroz ne tenê rojek xeberdana biharê ye. Her gel û her herem ji bona pîrozbahîya wê xwedî mîtolojîyekê ne jî. Mîtolojîya kurdan a di derheqê newrozê de Kawa ye. Di vê mîtolojîyê cure bi cure ders dikarin bên hildan. Rewşa me ya xirab a di warê sîyasî de şîroveya sîyasîya vê mîtolojîyê pêşve xist, meşhûr kir. Bi rastî newroz ne tenê rojek sîyasî ye, ne jî jîyan bi tenê sîyasetê pêk tê.
Niha dinêrim ku xarin û vexarina me, rabûn û rûniştina me bi rengên sîyasî pêk tên. Tu dibêjî di jîyana kurdan de derî sîyasetê tu tişt tune. Çima wusaye? Pir sedem hene. Di alîyekî de sîyaset lazim e. Di alîyekî de jî sîyaset zerar e. Her tişt cîhê xwe de xweş e. Yanê „kevir di cîhê xwe de giran e.“ Sîyaset jî wusa ye. Dema di cîh de û bi pîvan hat kirin, siyaset lazim û baş e. Dema ne di cîh de û zêde hat kirin êdî zerar e. Jîyan ne tenê sîyaset e. Di jîyanê de hîn zêdetir tiştên din jî hene. Siyaset ne karê her kesî ye, karê sîyasetvanan e. Dema her kesî siyaset kir, edî ew ne sîyaset e, ew li tevhevî ye.
Hêz û beza her mirovekî heta sinorekî ye. Di vê çarçoveyê de mirov dibe ku gor îmkan û armanca xwe planekî ji bo kar û barên xwe çê bike, gor wê hewlbide. Dema wusa nebû mirov nikare pêşîya xwe zelal bibîne, di alîyên tişt û kesên din de rehet tê xapandin.
Gor dîtina min em gelê kurd niha pir zêde politize bûne. Ji ber vê politîzebûnê pir tiştên din ên ji bo domandina jîyanê pêvist in her tim şuve davêjin. Bi nekirinên va tiştên muhîm jî pir kêmasî derdikevin pêşîya me, jîyana me ya bi zehmet zêdetir ji me diherime. Ji ber pir polîtizebûnê em sedemên va kêmasîyên xwe dîsa di çarçevoya sîyasetê de dinêrin. Loma em ne dikarin sedemên va çewtîyana rast tesbît bikin, ne jî dikarin ji wan re çareserîyan peyda bikin. Va ji bo me û gelê me şaşitîyek pir mezin e. Bi rastî halê me yî di vî warî de mîna gilokek bi navhev ketî ye. Em bi vê şiklî çiqas hilbidin ku vê gilokê ji navhev derbixin, weqas zêdetir giloka me bi navhev dikeve. Lomaye ku ger em di vî warî de halê xwe bînin ber xwe, carekî din di serî de hesabên xwe serrast bikin. Lazime her kes xwe bikşîne çarçoveya kar û barên xwe ku rewşa me hêdî hêdî serrast bibe. Sîyaset di destên sîyasetvanên xêrxaz de mîna şeyekî ye, herîya xas û gemarîyê ji nav hev derdixe. Sîyaset di destên kesên nezan û sîyasetvanên nexêrxaz de jî şûrekî serserî ye, di her veşandinekî de çep û rast serîyan difirîne.
Bi îmkanên teknikî pir tişt hêsan bûn. Va hêsanbûna ne di tenê alîyê rindîyê de, di alîyê xirabîyê de jî ye. Dema em bi xwe nehesin û bi xwe xwedî dernekevin hîn pir perîşan bibin. Sîyasetên gemar hîn pir çînan bînin serê me.
Nekirina tiştekî baş zerarek be, kirina tiştekî nebaş du zerar in.


Stuttgart, 29.03.2012, pêncşem

Mittwoch, 21. März 2012

Îro Newroz e

Dem bi demê re diherike, mirov jî ji pê re. Gav bi gav, deqqe, seat û roj. Hefte û meh dikevin navberê, dor tê ser dorê. Demsal bi demsalan re, sal bi salan re tên girêdan. Jîyan, dîtin, bûyer û hemu tiştên sere erdê. Mirov ji wan hinekan di jîyana xwe her roj, hinekan di salê de carê, hinekan çend caran û hinekan jî yek care dibîne. Hinek zû tên bîr kirin, hinek jî qet nayên bîr kirin, Her tişt dor bi dor, carna jor û carna jêr.
Wexta em jîyanê mîna rêyekê bihesibînin, di jîyanê de hinek tişt li ser rêya mirov da hene. Mirov an ji wan îstîfade dike, an jî nake. Li jê îstifade kirin û nekirin wî tiştî ji bi xwe kêm û zêde nake. Lê ji bona mirov di navbera jê îstîfade kirin û nekirinê de ferqeq mezin derdikeve holê. Ew ferqa carna mîna şev û roj aşîkar, carna jî mîna genim û nan bi hevra ye.
Hemû roj rojên Xwedê ne. Hinek roj, ji gor hinek bawerîyan, hinek ciwakan, an jî hinek mirovan ne mîna rojên din in. Hinek roj salvegera bûyerekê ne. Mirov naxweze wan bûyeran bîrbike û ew bên bîrkirin. Ji bona bîranînê her sal wê rojê bi wê bûyerê ve girê dide.
Hinek tiştên ku mirov her roj dikin çiqas balkêş dibin bila bibin, di çavên mirov de girangîya xwe hêdî hêdî wenda dikin. Dive mirov carna halê xwe biguhere ku ew tiştên wî yên ku ji ber rojaneyî êdî pê nahese, dîsa pê bihese. Çi rind, çi xirab, wan carekî din ber xwe re bîne û gor wê başîyên xwe xwedî derbikeve, nebaşîyên xwe jî cîh bihêlîne.
Îroj 21ê adarê, roja newrozê ye. Her kes bi torekî newrozê şirove û pîroz dike. Pir caran jî bûyerên dijî pîrozkirinê di newrozê de tên kirin. Ew jî qedera me ye. Em dizanin ku newroz bi çi şiklî bê pîrozkirinê jî destpêka biharê û sala nû ye.
Bihar nişitekî di nû de destpêkirina jîyanê ye. Xezaya di demsala zivistanê de nişitê jîyanê dûr ma yê biharê dîsa serî hildide û di nû de nişitên xwe yên jîyanê nîşan dide.
Lê em însan? Bila her kes xwe binêre, di jîyana wî de nişitên zinditîyê yan jî nişitên mirinê zêdetir xwe nîşan didin? Hêvî dikim ku hûn di jîyana xwe de zêdetir nişitên zindiyê bîbînîn.


21.03.2012, Stuttgart, çarşem

Freitag, 16. März 2012

Tu Bîr Nabî Helepce!

Di va rojên biharê de dil dixwest ku di derheqên kulîlk û bedewîya biharê de binivsînim. Lê 16 û 17ê meha adarê çilmisândina kulîlkên Helepceyê tîne bîra min. Êdî ji bona nivisandina kulîlk û bedewîya biharê mecal namîne.
Em kurd ji kul û keseran re kedî bune. Bûyerên hatine serên me, pêşî wan tine bîra me. Kul û keser di jîyana me de weqas cîh girtîne ku em demên xwe yên bi şahî jî bi stranên huznên dixemilînin. Di meha adarê de newroz bên pîrozkirin jî, govend bên girtin jî va rojên maha adarê bê bîranîna komkujîya Helepce yê tu car nikarin derbaz bibin. Ger tu car va komkujîya neyê bîrkirin jî. Kêsên ku neynin bîra xwe bîr dikin. Kesên ku bîr bikin jî bi xwe tên bîrkirin. Em nikarên bûyerên hatine serên me bîr bikin. Bîrkirina wan ji me re lûkse. Lûksek wusa însanîyetê diqedîne, koka me tîne. Tu bîr nabî HELEPCE!
Laşên kesên ku di komkujîya Helepceyê de hatin kuştin dîsa mîna şerîtekê fîlmê ber çavên min re derbaz dibin. Lê ew sureta ku kalo, dergûş li hemêze de, li ber şêmûga derî de, ser dewrûyan ketîye carna nayê birkirin. Ger qet tu suret neyê bîrkirin ku mirov bizane zalimtî çiqas xwinxartî ye.


Stuttgart, 16.03.2012, ênî

Samstag, 10. März 2012

Bîranînên Minên Zaroktîyê / Navên Mehan Bi Kurdî

Ez di gundekî piçûkê Kurdîstana bakûr de hatim dunê û zaroktîya min li wir derbaz bû. Zimanê minê zikmakî kurdî/kurmancî bû. Di mektebê/dibistanê de hinî zimanê tirkî bûm. Ji ber ku mîna niha televîzyon, radyo, înternet û hwd tunebûn pêş destpêka mektebê axifandina me kurdîyek zelal bû, pir kêm kelîmeyên/peyîvên tirkî di tê de derbaz dibûn.
Jîyana me jî di çarçoveya jîyana gundîtîyê de şiklê xwe digirt û derbaz dibû. Yanê tesîrên/bandorên bûyerên derî heremê wer zû li ser jîyana me tesîr nedikir. Hajîya me li wan tunebû. Ancax kesek li derî gund bihatana gund, di gund de demekî bimana dikarî di wê pêvajoyê de li ser me tesîr bike. Ew jî pêvajoyek dirêj bû. Di wê pêvajoyê de me jî tesîrek li wî/wê dikir.
Di serî de muellîm/mamoste û malbata wan bûn, yên ku ji derî heremê dihatin û li ba me dijîyan. Di serî de guhertin wan li ser me kir. Dû re jî kesên ku diçûn demekî di bajarên mezin de diman û vedigerîyan/dizivirîyan gund ji xwe re hinek guhertin dihanîn. Hêdî hêdî xwendekarên di gund de dibistana seretayî (ilk okul) qedandin û ji bona dibistana navîn û dibistana amadeyî/lîse çûn bajaran. Wan li wir xwend û dû re bûn memûrên devletê. Li serlêdana wan re zêdetir guhertin ba me peyda bû. Berê ew kesên jîyana wan ne mîna yên me bûn kesên biyanî/xerîb bûn. Lê va yên dû re bûn memûr û bi jîyanek din hatin, nas û dostên me bûn. Êdî şert û şûrtên me jî hatibûn guhertin. Zêdetir kes diçûn bajarên mezin, li wir diman, demekî şuve dîsa vedigerîyan gund. Wan ji xwe re hinek guhertin jî dihanîn. Di gund de kesên ji bona kar di Ewrûpayê de dixebitîyan jî hêdî hêdî zêde dibûn. Êdî di gundan de jî jîyanek tecritkirî/îzole ne minkun/gengaz bû. Di nîvên salên 1980 de cêran hat gund. Bi cêranê re televîzyon jî hat. Êdî televîzyon zêdetir di jîyana gundîyan de bû sedema guhertinê. Televîzyon bi serê xwe nikare guhertinek aqas mezin peyda bike. Pir sedemên din jî hene. Di vî warî de mirov dikare pir tiştan binivisîne. Mijara nivisa mina îroj ne ewe.
Bi salan bû em kurd di alîyê dewleta tirk de hatibûn tecrîtkirin. Dewletê dixwest ku pêşîyê pêwendîya me bi kurd û kurditîyê re bibire, dû re jî gor sîyaseta xwe me tirk û tirkitîyê ve girê bide. Di vî warî de çîn neman hatin serên me, dek û dolav neman li ser me hatin lihîstikandin. Em jî bi nezantîya xwe ji wan re ketin bezê. Hîn jî wusa berdewame. Xwedê soxîna me xêr bike.
Dema me di gund de hîn jîyanek tecrîtî didomand, me wextên xwe gora hereketa rojê tayîn dikir. Ronahî ji me re destpêka rojê, tarîbûn jî dawîya rojê bû. Me navên rojên hefteyê dizanî, lê navên meha ku em di tê de bûn nedizanî. Me navên demsalan dizanî, lê me kelîmeya demsal bi xwe nedizanî. Dixwezim ku bi mînakan/mîsalan vê mijarê ji we re hinekî bidim salixandin.
Mînak: Me digot zivistan, meha navîn, roja ênîyê. Roja pêncşemîyê serê sibê. Havîna paşin. Payîza pêşin. Roja duşemîyê danê êvarê. Çileyê zivistanê û hwd. Va navkirana têra jîyana me ya gundîtîyê dikir, ji ber ku em hatibûn tecrîtkirinê, ji ber ku em pir bûyerên derî heremê nedihesîyan.
Dû re di gundên kurdan de mektebên tirkan hatin çêkirin û tedrîsata wan hatin dayîn. Gor sîyaseta dewletê her kes tirk bû, ger hinî zimanê tirkî bibûna, mîna xwesteka wan jîyana xwe berdewam bikira. Bi hinbûna tirkî me dinyayek din keşf kir. Va ji bo me dibû ku pir baş bibûna, dema ji me înkarkirina me nehatina xwestin. Na na nehatina spartin (dayatmak). Vê spartinê çi hanî serê me û çi nehanî serê me. Herî baş Xwedê dizane, lê qasî ku pê hesîyane em dizanin. Bi kurtayî em însanîyetê derketin. Bila va jî niha li vir bimîne…
Mîna gotinek bi tirkî: “Her zimanek insanek e.” Em hinî zimanê tirkî bûn. Hêdî hêdî em hinî hinek tiştên din jî bûn. Yanê em bûn du însan. Lê ji me re gotin ew însanê hûn berê ew bûn, ew ne însan bû, wî cîh bihêlînin, wî înkar bikin. Me hinekan ew înkar kir, me hinekan ew di dilê xwe de veşart, me hinekan ew ji xwe re kir bela…
Em jî însan bûn, di mêjoyê me de jî pirs pêk dihatin. Wexta me di mektebê de navê mehên salê bi tirkî hindikirin, me dixwest navên wanên kurdî jî bizanin. Lê kesî nedizanî, îmkan ji ber me dihatin qutkirin. Li serda jî kesên ku ji me, yên ku xwe înkar kiribûn digotin: “Binêrin, va ne zimane. Navên mehên salê jî di vanî de tuneye.” Du re em kesên ku bi wan qan nebûn bi sloganên li ser dîwaran “adar” û “gulan”ê hesîyan. Lê zalim bi tedarik bûn. Ji me re gotin ew derewên qominîstan in. Em parçe parçe kirin, berdan hev. Medreseyên me yên bi kurdî tedrîsat dikirin jî mîna cîhên paşvexwazan hatibûn ragihandin.
Sal derbaz bûn, pir tişt qewimîn. Êdî derew nehatin vêşartin. Bi derketina înternetê hinbûna zimanê kurdî hêsantir bû. Ne ji herkesî re, tenê ji kesên ku dixwestin hin bibin, lê nedikarîyan re.
Tê bîra min ku, min rojekê di dibistanê/mektebê de navên mehan bi tirkî hin kir. Wexta hatim mal, ji dapîra xwe ya rehmeti navên mehan bi kurdî pirs kir. Wî tenê min re navên 3 mehan bi kurdî karîya bibêj e: “Adar, Nîsan û Gulan”.
Ne min êdî navên mehan bi kurdî mereq kir, ne jî îmkanek hebû ku ez hin bibim. Sal derbaz bûn, li Elmanyê rûpela salnameyek kurdî ket destê min. Di wê rûpelê de navên mehan hatibûn nivisandin. Dû re min bi xwe jî hinek lêkolîn kirin. Rastî hinek agahîyên/malûmatên dijî hev jî hatim. Dîsa jî dixwezim va navên mehan bi kurdî pêşkeşî we bikim. Gor salnameya kurdî sal 21ê adarê dest pê dike. Loma meha yekemîn jî adar e. Dibe ku ji we re hinekî xelat bê. Di Elmanyê de jî bihar 21ê adarê dest pê dike. Çima? Ez nizanim. Navên mehan bi kurdî wusa ne.
1. Adar – Newroz – Xakeliv
2. Nîsan – Nîşan
3. Gulan – Cewzerdan
4. Puşper – Hezîran
5. Tîrmeh – Temûz
6. Tebax – Gelavêj
7. Elûn – Îlon – Rezber
8. Cotan – Cotmeh – Kewçer – Gelarêzan
9. Mijdar – Sermawez
10. Kanûn – Berfenbar – Çirya Pêşî
11. Çile – Rebendan – Çirya Paşî
12. Sibat – Reşemî – Reşemeh
Di serî de min dixwest di derheqê bi kurdî navên mehan de hinek tiştan bînim bîra xwe. Li ber komputûrê rûniştim. Ew tiştên din jî hatin bîra min. Min nexwest wan ji we bihêwişînim.


Stuttgart, 10.03.2012, şemî.

Donnerstag, 1. März 2012

Êvara Ênîyê

Niha saet 9’ê êvarê ye, gor hesabê berê êvara ênî yê. Dibe ku hinek pirs bikin: Hesabê berê û yê niha jî heye? Belê, em di pêvajoyek wer de derbaz dibin ku carna kîjan nû, kîjan kevn e jî belû nine.
Ez dîsa vegerim dema xwe ya zaroktî yê û ji we re hinek mînakan bidim ku berê çer bû, niha çer e. An jî di navbera niha û berê de ferqîyek heye an na. Ji ber ku niha êvara ênîyê ye, ez li ser mînaka êvara ênîyê bisekinim.
Di dema zaroktîya min de roja pêncşemê, bi rojavayê re êvara ênîyê dest pê dikir. Bi berbangê re jî roja ênîyê. Tê zanîn ku bi vî şiklî hesab kirinê de pîvan salnameya hîcrî ye, yanê salnameya di alîyê misilmanan ve hatîye amade kirin. Salnameya hîcrî gor heyvê tê hesab kirin. Meh 28, 29 an jî 30 roj dikşînin. Sal jî di 354 rojan pêk tê. Loma ye ku sersal her sal 10 rojan pêş dest pê dike. Em vanî zêdetir di meha remezanê de dibînin. Loma ye ku rocî her sal 10 rojan pêşî tê girtin. Bi wî hesabî jî di 33 salan de carekî dor tê ser dorê. Bala xwe bidin nimêja terawîyan, eşayê tê kirin, wê şevê berî bangê/şevaqê paşşîv tê kirin û heyan roj diçe avan rocî tê girtin. Yanê bi vî hesabî roj, yanê wexta em rojê 24 saet hesab bikin, bi rojavabûnê ve dest pê dike û dora rojê dîsa bi rojavabûnê re diqede.
Niha çer tê hesab kirin? Ji ber ku hesabên fermî roj bi roj di jîyana mirovan de zêdetir cîh digirin, gor hesabê fermî tê hesab kirin. Salname salnameya mîladî ye. Salnameya mîladî gor rojê tê hesab kirin. Meh 30 an jî 31 roj dikşînin. Meha sibatê sê salan 28 roj, sala 4’an 29 roj dikşîne. Sal jî 365 rojan pêk tê. Ger roj jî bi roj avêtinê re dest pê bike, lê wer nine. Nîvê şevê di saet 24 de roj diqede û bi sanîya dû wî re jî roja nû dest pê dike. Lomaye ku di 31ê meha 12 an, yanê meha “berfenbar/çirya pêşî/ kanûn”, saet 24 de sersal dest pê dike.
Em dîsa vegerên êvara ênî yê. Êvara ênîyê gor dînê îslamê, yanê gor misilmanan şevekê bimbarek e. Wê şevê her kesê dîndar dike ku Rebbê xwe re zêdetir îbadet bike, ji bona mirîyên xwe zêdetir xêr û xêrat bide.
Ez dixwezim niha edetekî dema min a zoroktîyê bînim ziman. Di gund de mina her demê malbatên dewlemend/zengîn û malbatên neçar/feqîr hebûn. Lê wê demê mesafeya di navbera dewlemendîyê û neçarîyê de qasî îroj pir zêde nebû. Êvara ênîyê her mala ku xwe dewlemend dihesiband tasek, an jî taxçikek ji xarina xwe ya wê êvarê, an jî zexîreya malê dişand mala cîranê xwe yê neçar. Jê re jî digotin “şîva mirîyan”.
Zûva ye ez bi xwe ji gûnd derketim. Nizanim hîn şeva ênîyê “şîva mirîyan” tê dayîn, an na. Texmîna min mina pir edetên me kurdan, ew edeta jî niha rabû ye.
01.03.2012, Êvara Ênîyê, Stuttgart.