Donnerstag, 17. Januar 2013

Îroj Sersala Destpêka Rojanê Ye


Par, ango sala çû, îroj min dest vê rojaneya xwe kir. Îroj sersala rojanê ye. Di vê navberê de meh bû min tenê nivisek nivisand, meh bû çend nivis. Heyan dest min hat hewlda xwe ku tu mehe bê nivis nebihurînim. Va hewldana ji min re bû sedemek ji bo nivisandinê jî. Di vî warî de rojane gihîşt armanca xwe. Di alîyên din de ji hîn zû ye ku mirov tiştekî bibêje. Hêvîdarim ku va rojaneya bibe hîn sedemên pir tiştên baş. Hewldan ji me, serkeftxistin jî ji Xwedayê me.
Dema mirov ji xwe re armancekê belu bike û ji bona vê hewlbide, ewê bigîhê armanca xwe. Dibe ku ew armanc gor xwestina wî kesî nemeşe, lê ew hewldan bi şiklekî bandore xwe nîşan bide. Gor bawerîya min tu tişt badîhewa nine, zû û dereng bandore xwe nîşan dide.
Îsal di 3ê vê meha rêbendanê/çile de Xwedê nesîp kir, min fuara kitêban ku li bajarê Duîsburga Elmanyê hatibû darxistin  serî lê da. Fuar li Elmanyê hatibû darxistin, lê weşanxaneyên tevî bûn li Tirkîyê hatibûn. Weşanxaneya Nûbihar jî beşdarî fuarê bibû. Min hinek kitêb/pirtûk girtin. Dema min pereyê kitêban da, çavên min kitêbekî din ket, bala min kişand. Min ew kitêba jî girt. Niha pir kêfxweşim ku girtina wê kitêbê jî nesîbê min bû.
Navê kitêbê: „Şev û Roj Berbiqa Li Ser Avê Me“. Niviskarê wê birêz Sidîq Gorîcan. Kitêb di sala 2012 de ji alîyê weşanxaneya Nûbihar ve hatîye weşandin. Helbestên kek Sidîq dema ku di kovara Nûbihar de tên weşandin jî bala min dikişînin. Lê vê kitêbê bi helbestên xwe zêdetir ez dorpeç kirim. Dixwezim ku her kesê xwendewan helbestan jî bixwînin. Helbest di nav berhemên edebî de mîna tacê/zerzenga serên padîşahan in.
Lê vir ji çend rojan pêşt ve hevalekî di facebookê de bidûhev çend çarînên helbestan pêşkeşî hevalên xwe kir. Di bin çarînekî de min şirovek wusa nivisand. „Gor kevneşopên me yên berê, dema kesekî li ser mijarek giran biaxifîya, di serî de bi çarinek helbestekî dest bi axaftina xwe dikir. Axaftin dû re jî bi çarînên helbestan dihat xemilandin. Bi vê şiklî ne tenê xîtabî mêjoyên guhdaran, xîtabî ruhê wan jî dihat kirin. Ji îhmalkirina ruh li vir ve me pir tişt wenda kir.”
Di van rojên dawîyê de min xwest ku di derbarî helbestê de hinek agahdar bibim. Ma helbest çî ye? Di înternetê de hinek lêkolîn pêk hanî. Di ansîklopedîya Wikipedia di beşa kurdî de du hevok hatibûn nivisandin. Min ew du hevok bi hinek hevokên din xemilandin. Îroj pê hesîyam ku hevalekî din ew hevokên me ji alîyên rêzimanî ve hinekî din serrast kirîyê. Ez dixwezim wan çend hevokên di Wikipediayê de li vir peşkeşî we bikim û nivisa xwe dawî bînim.
Helbest an jî şiîr di edebiyatê de beşek girîng e; ku di edebiyata kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebiyatê ya yekem helbest e.
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.
Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş, sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin zêdetir porkirî ye, bilêvkirin zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.“

Stuttgart, 17.01.2013, pêncşem