Montag, 18. März 2013

Leylname!


Tu naxwezî biçiruskinî koşeya tarîtîya dilê min? Ezê te jê bihesînim ku çi dişewtîne tifika dilê min. Naxwezim derbaz bibe çemê Mûradê bê keleka tu di tê de yî li ber çavên min. Bi va dîmenan dixwezim girê bidim biskên xalîçeya xeyalên xwe.

Ez nizanim ku tu çiqas jê haydarî? Ez bi rojê re ketim beza hunandina mijarên te. Tu bi şevê re bûyî hevala xem û xeyalên pêşeroja min. Hêz nemaye ku bigîhêm pel û baskên te. Tu ji min re bi bahozê re dişînî bîhna çilkên xwedana xwe.

Ez ketime bîrek bê bin, tu ji min re berdidî werisekî pênc bostî. Ez dinêrim awirên çavên te, tu ji min re dişînî tîrên bijangên xwe. Birîndarim; dixwezim merhema devê te, tu ji min re dişînî jehra xezeba xwe. Bêçare me, nizanim çi bikim. Tenê dixwezim nêzikîya te. Her hildan dûrtir dixe sîya te ya ber çavên min. Êdî teqat û sewr jî nema ku xwe ji demê re berbidim. Dem bûye reş û qelî li ber çavên min.

Difirim, difirim ku xwe bigihînim sewra dilê te. Her car dikevim nav gijgiloka çavên te. Ma tu nizanî… Tu yî ronîya li ber çavên min, bîhna li ber pozên min, tama li ser zimanê min, sura li ber ruhê min, dengê li ber guhên min. Meke meke! Mekke mala Xwedê ye. Tu min diqijilîni, tu xem nîne. Tu xwe jî diqijilînî, ewe xema dilê min.

Roj bi roj ji bo te dihelim, bûme mirovekî pir bizdonek. Diwestim, divemirim, diqefilim,diqurifim li ber şîna çavên te. Dilê te yî şikestîye dihêre jîyana min. Hêvîdar bûm ku xelîya laşê minê hêrandî bibe qûtê baxçeyê li ber lingên te; bihele bibe zerrek di nav gula sor a li ber çavên te, gula zer a di nav tilîyên te, gula çilmisîya li ber dilê te. Te nexwest bibim mûyek li ser cilên te. Ew jî min re bes bû, ji bona seyrana dilê min.

Min dixwest ku hîn pir peyvan bireşînim li ser nameya bikeve nav destên te, ramûsanekê bişînim li ser hinarikên rûyên te. Mixabin êdî nefes ji min çîk bûye, ronî jî nema li ber çavên min. Derman, ji te nalînek bû. Êdî nabihîsin guhên min.

18.03.2013, Stuttgart