Samstag, 24. August 2013

Em li Mal in

Nivisa mina dawî yê di derheqê rêwîtî ya me de bû. Niha rêwîtî qedîya, em li mal in. Lê hewce dike ku heyan dawîya rêwîtî yê di rojaneya xwe de we agahdar bikim. Dibe ku hinek heste û dîtinin min ên welat bala we jî bikşînin.
Em roja şemîyê gihiştîbûn Amedê. Roja sêşemê jî me Amed terk kir. Em sê şevan bûn nîvandarên Amedê. Ji ber ku meha rojîyê bû û em jî rojî bûn, roj em zêdetir li mal man. Êvaran der ketin der. Li bajarên welat şev jî bi hereket bûn. Dîtina çend hevalin ku min bi salan bûn nedîtîbû tiştekî zahf baş bû.
Di salên dawî yê de Dîyarbekir li her carê pirtikfiroşa Ensarê, ya li Xana Hesenpaşa yê tine bîra min. Cara yekemîn vê kitapfiroşê pir bala min kişandibû û pêr kêfa min jê re hati bû. Vê carê jî mîna cara yekemîn kitapfiroşa Ensarê bala min kişand. Cîhek fereh û mezin, her bêj kitêp tên firotin û di germa havîna Dîyarbekirê de cîhekî hînik. Çend saet wexta min li wir derbaz bû. Min epê kitap jî kirîya. Yek jî cara yekemîn bû ku kovara W yê, ya kurdî û edebîyatê li Dîyarbekirê tê weşandin li wir ket dest min. Kovar her çiqas hinek kêmasîyên xwe hebe jî, kovarek baş e. Di warê edebîyata kurdî de cîhekî girîng digire. Hêvîdarim ku hêdî hêdî kêmasîyên xwe bifitile û di pêştve çûyîna edebîyata kurdî re bibe dibistanek wêjeyî.
Pişt Amedê cîhê ku di hedefa me de bû gundê minê delala li gêrêdayî Depê bû. Ango qonaxa me ya duyemîn Dep/Karakoçan bû. Li ber me du îmkan hebûn. Me dikarî li ser Maden û Gulamanê re, an jî li ser Çewlik/Bîngolê re biçûna Depê. Li ber hinek sedeman me alîyê Çewlikê tercîh kir.
Dep/Karakoçan qezayekê girêdayî Elezîzê/Xarpîtê ye. Di dema Cumhurîyetê de bû ye qeza. Berê gundekî deşta Oxî yê bû. Herçiqas girêdayî Xarpitê be jî Dep bi xwe Dep e. Li Xarpitê 100 km, li Bîngolê 50 km dûr e.
Heftek, deh rojên me di navbera Dep û Bîngolê re derbaz bû. Sê rojan jî li Elezîzê mam. Hinek heval, nas, dost û eqrebe zîyaret kir. Çend hevalên ku li lîseyê vir de neditî bû dît, rojên derbazbûyîn carek din hatin bîranîn. Di Elezîzê de du mizgeftên/camîyên mezin di nav çarşîyê de hene. Yek mizgefta Îzzetpaşayê, yek jî ya Sarayê ye. Mizgefta Îzzetpaşayê zuve hatîye çêkirin. Dema ez li wir diçûm dibistanê hatibû çêkirin. Mizgefta Sarayê dû re hat çêkirin. Cîhê mizgefta Sarayê de mizgeftek ehşab û delal hebû. Di welatekî din de bû na ew mizgeft tu carî nedihat helşandin û tu carî cîhê wê de mizgeftek wusa nedihat çê kirin. Navê mizgeftê bi xwe tenê skandalik e. Navê saray û camî tu car ji min re hev nayên. Lê mixapên weqas pir sosretî hatine kirin û tên kirin ku êdî kes ji va sosretîyana nahesin jî. Bi helşandina mizgefta kewn û bi çêkirina mizgefta nû tarix/dîrok jî hat herimandin.
Ew mizgefta berê ku hat helşandin bi navê mizgefta Mahpûsxane yê dihat navkirin. Sedema wê jî ew bû ku dema damezrandina Cumhurîyeta Tirkîyê ew mizgeft demekî kirine mahpûsxane. Xwedê dizane, dibe ku di serhildana Şex Seîd de pir kes li wir hatîne hepiskirin. An jî di serhildana Dersimê de. Li ber mizgeftê meydana Bîtpazarê hebû ku li wir Seyîd Riza û hevalên wî hatibûn dardakirin.
Dû va rojên me cara yekemîn em sê bira bi zav û zêçên xwe re berên xwe dan alîyê behra Maramara yê. Li wir 6 rojan me tetîl/betlane kir. Awa behrê, germa tavê û hewa delal ji me re kêfxweşîyek bû. Cara yekemîn me hevûdin bi malbatî hinekî din baş nas kir. Bi salan e em her bira di cîhekî cuda dijin. Mirov her çiqas carna bên cem hev jî bi hev re bi malbatî tetîl kirin ji bo hev naskirinê îmkanekê din e. Em bira pir hindik hevûdin bizanin jî jin û zarokên me hevûdin weqas jî baş nas nakin. Ew çend roj ji me û zarokên me re bûn bîranînek balkêş.
Êdî wext wexta rêketinê bû. Me dîsa berê xwe da Almanya yê. Îcar em ser Bûlgarîstanê re hatin. Rêyên xwe nebaş bûn. Dû re Sirbîstan, Hirvatîstan, Slovenya û Avusturya. Çîyayên di navbera Slovenyayê û Avusturyayê, tunelên dirêj.
Şev em gihîştin mala xwe, westîyayî, dilşikestî, dilşadî. Mirov di her serlêdan û xatir xastinê de hestên cure cur, dijî hev û navhevketî dihîsîne. Niha em li mal in, mala me ya dûrî welat.

Stuttgart, 24.08.2013, yekşem