Montag, 22. September 2014

Xwendevan



Dema rîya mirovekî xwendevan li Dîyarbekirê bikeve, salixdana min jê re ewe ku lêdanekî dikana kitêbfiroşîya di bin qesra Hesen Paşa de li benda miştêrîyan e bixe. Bi rastî pir kêfa min ji wê dikanê re hat. Di germa havînê de cîhekî pir hînik e û bêj bi bêj kitêp li benda xwendevanan in.
Sala par havînê ez li wir bûm. Min ji xwe re hinek kitêb kirîyan. Di nav wan de kitêbek niviskarê tirk Rasîm Özdenören jî hebû. Min ew kitêba ne ji bona navê li ser kitêb, ji bona nave niviskar kirîya. Salek dem li ser re derbaz bû, îsal havînê min kitêb girt dest xwe û xwend. Navê wê “ruhun malzemeleri = malzemeyên ruh” e. Di seri de bala min qet nekişand ku çima va nava. Her ku min hêdî hêdî kitab xwend pê hesîyam ku nav bi rastî jî kitêbê hatîye.
Niviskar nivisên xwe yên di salên 1970 ên û 1980 ên da di derheqê edebîyatê, di kovar û rojnameyan de weşandîyê di vê kîtabê de kom kirî ye.
Niha dibe ku hinek kes bipirsin ku çima min got ku nave kitêb lê hatîya? Hewcîye ku nivisên di salên 70 û 80 ên de di kovar û rojnameyan de hatîye weşandin carek din bi kitêb bê weşandin? Mirov dikare ji nivisên di derheqê edebîyatê de hatine nivisandin re malzemeyên ruh bibije? û hîn hinek pirsên din.
Ez jî dexwezim ku carek din bala we xwendevanên hêja bigşînim li ser nivisên edebî. Loma va hevokana pêşkeşî we dikim. Di wîkîpedîya kurdî de di derheqê edebîyatê de wusa tê nivisandin.
“Edebiyat tekilîya wê her tiştî û her bûyerê re he ye. Mijara edebiyatê însan û jîyan e. Edebiyat her dem dixwaze ku tenêtîya însan, tengasîyên wî, evînên wî, kederên wî, nefretên wî, hemû heste û xeyalên wî; ango însan ji însan re salix bide û pê bide nasandin. Tu ferqîyê nake di navbera gel û mirovan. Alîyên wan ên baş û nebaş, rind û xirab, rast û şaş; bi her alî ve duxwaze ku derxe holê. Edebiyat dike ku hevparîya qedra ruhên însanan îzah bike, ji hev bide naskirin û bide berhev, ji wan re bibe neynik. Bi vê xisletên xwe edebiyat gerdûnî ye.”
Va hevokana nîşan didin ku bi rastî edebîyat ji bona mirov tiştekî balkêş û zarûrî ye, her çiqas îroj pir caran qedr û qîmeta edebîyatê neyê zananîn jî. Bi rastî jî berhemên edebî ji bo ruhê mirovan malzemeyan peyda dikin. Di demên kin de zarûrîyeta edebîyatê neyê dîtin jî di demên dirêj de mirov pê dihese ku bê edebîyat tu ziman pêşve naçe û tu gel nikare xwe biparêze.
Dema behsa edebîyatê bû pir caran tenê niviskar û berhemên wî yên nivisî tên bîra mirov. Lê ger neyê bîrkirin ku tu edebîyat bê xwendevan nabe. Bi xwe niviskarê ne xwendevan be nikare niviskarîya xwe bidomîne. Ji bona pêşketina edebîyatê hebûna xwendevanan hewcîyek pir giring e.
Wê çaxê ger bê îzahkirin ku kî xwendevan e? Mirov dikare tenê ji kesê ku dikare bixwîne re bibêje xwendevan? Ji mirovên tenê rojnameyan dixwînin re xwendevan tê gotin an na? Hwd.
Pirsên wusa bi salan e min meşgul dikin. Dema va pirsana di derbarê zimanê kurdî de bin muşkîlat zêdetir dibin. Pir kurdên xwendî hene ku dema li ser mijara kurd û Kurdistanê hat axaftin pir tiştan dibêjin, dixwînin û hinekên wan jî dinivisînin. Lê ew kesana bi xwe kurdî naaxifin, naxwinin û nanivisin. Ew bi zimanên ku wan dibistanan de hin bûne va tiştana dikin. Ew dibin ku di warê wî zimanî de xwendî û niviskar bin, lê di warê kurdî de xwendî û niviskar ninin.
Meseleya ku ez dixwezim bala we bikşînim va kesana jî ninin, zêdetir kesên ku xwe di warê kurdî de xwendevan û niviskar dihesibînin. Di kitêba birêz Rasim Özdenören de nivisek di derbarê xwendevan ên tirk de heye, bala min kişand. Dixwezim ku çend hevokên wî wergerek bi kurdî ji we re pêşkes bikim û nivisa xwe biqedînim.
„Di welatê me de rewşa xwendevanan qet baş nine… Ba me karê xwendevantî pir caran tiştekî girîng nayê dîtin… Dema xwendevantî tê gotin yê ku ez fêm dikim; kesên ku li serî de teqîbkirina her bêj berhemên bi edebî, dû re weşanên din ên mijarcivatî û yên ku va teqîbkirina ji xwe re kirîne adet in.”[1]
Kî xwendevan e, kî xwendevan nine? Tesbîtkirina wan karê min nine. Xwe îddia kirina tiştekî wusa jî dirust nine. Hêvîya min zêdebûna xwendevanên berhemên zimanên kurdî ne. Ewê her xwendevanê zimanê kurdî edebîya kurdî jî bi piçekî pêştve bixîn. Dema mirov bi edebîyatê re karket û bû xwendevanê edebîyatê, pê dihese ku ruh bi zamânê zikmakî xweştêr tê geş kirin.

Hesen Polat, Stuttgart, 22.09.2014, duşem



[1] Rasim Özdenören. ruhun malzemeleri (malzemeyên ruh). Çapa 4., Stenbol 2009. Rûpel: 311