Montag, 23. März 2015

Çîrok / Kurteçîrok / Hîkayat

Vegotina bûyerek bi devkî an jî bi niviskî re çîrok/kurteçîrok an jî hîkayat tê gotin. Berhem bûyeren bi rastîn, nêzikî rastîyê, an jî mîtolojî bi kurtayî û  bi islûbek xweş pêşkeşî xwendewanan an jî guhdaran dike.
Çîrok bûyeran bi kurtayî, bi hunandinek hêsan, bi zimanek xweş tîne ziman. Di çîrokê de bal li ser bûyerekê an jî rewşekê ye. Bûyer an jî rewş li mirovekî re tê girêdan; an jî cîh û dema bûyer û rewşê bi şiklek heyecanî û mereqvanî tê vegotin.
Cîh û dema bûyer lê diqewime belû ye, di bûyerê de kêm kes hene û vegotin kin e. Di çîrokê de xisletên mirov, cîh û demê dirêj nayên teswîr kirin. Xwendevan bi hinek îşaretan bi xeyalên/nîgaşên xwe pêşî û dawîya çîrokê temam dike.
Çîrok di dîrokê de ba yewnanan mîna çîrokên li ser heywanan (fabl), li rojhilat mîna çîrokên hezar û yek şevî hatine gotin û nivisandin. Di şiklê nûjen de çîrok di sedsala 19. de li Ewrûpê dema romantîzmê dest pê kiriye. Çîrokvanên Ûrisî Gogel, Dostoyevski, Turgenyev û Çehov ji bona pêşketina çîrokê  û cîhgirtina wî ya di edebîyatê de rolek girîng girtine.

Çîrok gor mijarên xwe tên tesnîf kirin

Çîroka bûyerî: Mijara çîrokê li ser bûyerekê tê vegotin. Çîrok gor bûyerê di dewerekî de û di demekê de derbaz dibe, tê hûnandin, şiklekî bi mantiqî diqede.
Çîroka rewşî:  Çîrok li ser rewşekê tê vegotin. Çîrok li ser rewşekê disekine û çîroka xwe dihûnîne. Di vê çîrokê de ramanên mirov û yên ciwakê, heste û nîgaşên wan zêdetir derdikevin pêş.
Çîroka derûnî: Hinek çîrokên nûjen hene ku mijara wan dinyaya derûnîya qehremanê çîrokê ye. Ji wan re çîrokên psikolojîk jî tên gotin. Qehreman çîrokê li ser nêrîn, heste û nîgaşên xwe bîna dike, bi wan çîroka xwe dihûnîne.

Çîrok bi alîyê vegotinê ve dişopîne romanê. Lê navbera wan de hinek cudahîyên girîng hene:
  • Çîrok gor romanê kin e.
  • Di çîrokê de ya bingehî bûyer e, di romanê bingehî de xisletên qehremanên romanê ne.
  • Di çîrokê de pir kes tunin, carna dibe ku tenê mirovek jî hebe. Di romanê de zêdetir mirov û bûyerên wan derbaz dibin.
  • Di çîrokê de bûyerek diqewime, di romanê de bûyer mîna xelqeyên zincîrê girêdayîyên hev in.
  • Qehremanê çîrokê gor berjiwendîya xwe ya bi bûyerê re bi kurtayî tê teswîr kirin.
  • Di çîrokê de cîhê ku bûyer di tê de diqewime bi sinor e, nişêtin cîh pir nayên teswîr kirin. Dema ku mijara çîrokê di tê de derbaz dibe jî belû ye.
  • Ji ber ku çîrok kin e vegotin kûr û fireh nîne, bi hinek îşaretan xwendevan bi xwe pêşî û paşîya çîrokê nîgaş dike.
  • Çîrok xwe ne ji bona ponijîna/ramandina xwendewanan, zêdetir ji bona hîs û heyecana xwendevanan tê nivisandin.
Çavkanî:


Stuttgart, 23.03.2015, duşem