Dienstag, 19. Januar 2016

Guhertinên Piçûk

Dema mirov di derheqê tiștekî de xwest ku bibe xwedî nêrîn lazime ku di derheqê wî de xwedî malûmat be. Wexta mirov xwedî malûmat nebû nikare bibe xwedî nêrîn jî. Ew malûmat dibe ku bi tenê di warê teorîk de be, dibe ku di warê tecrûbî de be, an jî di herdu waran de.
Tê zanîn ku her dem ferqek di navbera malûmata teorîk û tecrûbî de heye. Tu malûmatên teorîk di sedî de sed nikarin werin cîhanîn. Sedem dibe ku di kêmasîya malûmata teorîk de be, dibe ku di șert û șûrtên cîhanîn ê de be jî.
Malûbat bi xwe tiștek e, fêmkirina wî tiștek e. Malûmatek dibe ku di alîyên du kesan de curecur bê fêmkirin. Ji ber ku her mirov ne bi tenê bi xwe curecur e, șert û șurtên ku ew di tê de ye jî curecur e. Dema dinyaya mirov a derûnî jî bê hesab kirin êdî mirov nikare serî û biniyê ferqa di navbera nêrîn û dîtinên mirovan ji ber xwe re bîne.
Mirovek di dema feretî yê de dibe ku tiștekî bi șiklekî, di dema tengasî yê de bi șiklekî din bibîne û bihesibî ne. Di vî warî de pir ferq di navbera mirovan de hene. Di alîyê din de jî her mirov însan e û mîna hemû însanan dișipînin hev. Loma pir alîyên wan ên mîna hev û din hene. Her mirov xwedî dê û bavekî ye, dixwe, vedixwe, radize û hwd. Rabûn û rûniștina, dîtin û qebûl kirin, bawer kirin û bawer jê hanîn, rast û çewtî, heq û neheqî û hwd tișt gor bawerî, çand, terbîye, orf û adetên mirovan curecur in.
Dema mirov bi mirovekî re dikeve tekilîyê bixweze jî, nexweze jî gor hinek filtreyên xwe yên derî hiș wî mirovê datîne li ser cîhekî. Loma ye ku li nasdayînê de welat û dewera ku mirov jê hatîye jê tê pirsîn. Di demên berê de mirov gor eșîr û dewera di tê de mezin dibû șiklê xwe digirt. Bi pêvajoya nûdem re șert û șûrtên ku li ser perwerde û kesayeta mirov tesîr dikin hatin guhertin. Hêdî hêdî gor guhertinan pirsên hevûdin nasdayînê jî hatin guhertin. Êdî kes eșîra mirov pirs nake, bav û kal jî êdî pir manîdar nayên dîtin. Zêdetir pirsa xwendina dibistan û zanîngehan tê kirin, mirov çi karî dike û li ku rûdine, ji kîjan tevgerî re ye, di derheqê filan tiștî de çi dinêre û hwd.
Gor rewșa dem û dewrê hinek tișt derdikevin pêș û hinek tișt jî șuve dikevin. Her kes gora dem û rewșa xwe dixweze nêrîn û nișitên xwe baștir bide pêșkeșkirin. Heyan ku va guhertinana ji alîyên mirov ve verin hilgirtin tu mușkîlat tune ye. Lê kengê mesele li alîyên hêz û tevgerên der û dora mirov bi destên emirdayîn û qedexekirinê li ber mirov hatin danîn, ango êdî pêvajoya zordarî ê dest pê kirîye. Zordarî di serî de ji bona zordaran mîna menfeet bê dîtin jî demek dirêj de dibe bela serê zordaran jî. Bi xwe zordarî di despêkê de tehrîbkirina mirovatîyê ye. Zordarî mîna ku av hemberî agir e hemberî mirovatî yê ye. Tiștên ku bi zordarîyê hatine destxistin tu carî mala mirov nake, zû û dereng dibe bela li serê mirovatîyê.
Em di demekî dijwar de derbaz dibin. Pir tiștên kewnedar maneya xwe wenda dikin û pir tiștên nû ji ba mirovan dibin xwedî rûmet. Mirov di navbera va guhertinan de carna bê hiș û bê çare dimîne. Lê mixabin roja îroj reklaman bigire heyan bernameyan, sporê heyan șixulê di her alî de mirov ji alîyê hêzdaran ve hatîye dorpeçkirin. Mirov di serî de bi isûlek rindik û xweșîk; nebû bi def û dekan; ew jî nebû bi tehdît û zorê tên guhertin.
Mirov demekî pê nehese, an jî nerazî qebûl bike jî di demek dirêj de li ber vê nakokîyê nerehêtîyek dijwar di hinavên xwe de, ango di derûnîya xwe de dibîne. Ew nakokî mîna ku jeng hesin dipișirîne mirov bê hiș û bê teqet dixe. Mirovên ku ji xwe re di pewçûnê de bin ji der û dora xwe re jî bela ne.
Bi îmkanên teknîkî em hemû kes weqas hatine dorpeçkirin ku êdî hajîya me ji me nemaye, selhildan û razîbûna me jî gor xwestinên hêzdaran tên plan kirin. Loma pir tengasî û nexweșîyan em girtine bin lepên xwe. Carna em bê sedem bibînin jî nefes ji me çik bûye.
Bi dûketina îmkanên mezin me îmkanên xwe yên piçûk jî wenda kirin. Dema em nexwezin di nav diranên vê rêveçûyêna dijwar de werin hêrandin mecbûrin ku em bi xwedî derketina îmkanên xwe yên piçûk ve dest pê bikin, berên xwe bidin xwe û dengê dilê xwe guhdar bikin. Jîyana me ji bo çîye û em ji çira dijin? Parastina tiștên mezin bi parastina tiștên piçûk dibe, guhertinên mezin bi guhertinên piçûk dibe, sikûneta li serê erdê jî bi sikûneta ji xwe re dibe.
 
Stuttgart, 18.01.2016, dușem