Sonntag, 29. Mai 2016

Rojên Nûjen-I

Em demek dirêj e ku di warê civakî de tiștên ecêb dibînin. Di alîyekî de warên bav û kalên xwe terk dikin, dibin koçber; di alîyên din de êdî nikarin zav û zêçên xwe jî xwedî derbikevin. Ên ku di cîhên xwe de diminîn jî nikarin xwe biparêzin. Di demên berê de mirov di nava malê de xwedî gotin bû. Niha îmkanek wusa jî nema ye. Di her warî de guhertinên mezin peyda dibin. Hemû guhertin ên mezin di civakê de dibin sedemên pir tiștên nû û ba mirovan xof û tirsan peyda dikin. Pir kes xwe li hember va guhertinan zêdetir dest û ling lê girêdayî dihesibînin. Her roj zêdetir îmkanên madî bikevin dest mirov jî di alîyê derûnî de xof û tirs perîșantîyê ji xwe re tînin. Kesên xwedî xof û tirs nikarin pêșîya xwe bibînin û bi xwe bawer nînin. Mirovên xwe ne bawer zêdetir guhertinan ditirsin.
Dema guhertin ji alîyê mirov ve bên xwestin gor wê tedbir tên girtin, tedarîk tên kirin. Di va rojên nûjen de guhertin zêdetir derî hemla mirovan, ji alîyên hêzdaran ve tên amadekirin û pêșkeșkirin. Hêzdar bi karanîna teknîkî zêdetir li serê erdê xwe hêzdar dibînin û gor wî hereket dikin. Li ber têkilîyên gilobal tesîra guhertinan carna bê serî û bê binî ne. Loma bandora wan zêdetir li ser mirovan dibe. Carna kesên ku bûne sedema guhertinan ji kirinên xwe hajîdar nînin. Kesên ku ew guhertin hatine serên wan jî nizanin ku bi rastî sedemên wan kîne û çine? Mirovên ku ji hinek guhertin û bûyeran berpirsîyar tên dîtin jî dibe ku ne ew bi xwe ne. Loma li her alî mîna ku di nav mij û duxanê de ye tê dîtin. Tekilîyên di navbera mirovan de jî ji guhertinan para xwe digirin. Mirov ji hev dûr dikevin. Piștdayîna nas û dostan, heval û ogiran namîne. Her kes dimêze kara xwe û firsendan dipê. Ên ku dewlemend zêdetir dibin çavbirçî, têrbûnê bîra xwe dikin. Ên neçar jî êdî nikarin belangazîya xwe bînin ziman. Mesefa û dîwarên mezin û nedîtî di navbera kesên bi hêz û neçar de peyda dibin.
Neslên ciwan çavên xwe li derin û naxwezin șîretên mezinên xwe bibihîsin. Mezinên malbatan di bêçaretî û bêbawertîyê de difetisin. Ên ku firsend di dest xwe xistine bêçaretîya mirovan ji bo menfaeta xwe firsend dibînin û her carê di dayîna lêdanek din de șuve namînin. Ji wan re edî mirina însanan jî xem nine. Bi îmkanên teknîkî gemarîyên xwe por dikin û însanan dixapînin. Hinek kesên bêçare êdî nizanin ku çi bikin, bi qahr û hêrsan dikin ku bi tehrîbkirina der û dora xwe dengê xwe bidin bihîstin. Hemû va tiștên nebaș zêdetir xof û tirsê dike dilê bav û dayîkan. Ew ji bona perwerdebûn û pêșeroja zarokên xwe zêdetir tedirgîn in. Dema mirov bixweze dikare roja îroj hîn pir tiștên nebaș rêz bike. Ji xwe hinek kesan va ji xwe re kirîne meșkûlîyet. Tenê li ser nebașîyan axaftin bi xwe çare nîne. Ger mirov gor îmkanên xwe berpirsarîyên xwe xwedî derbikeve û çareserîyan binêre.


Çileyê Pêşin / Berfenbar / Kanûn 2015