Montag, 4. Juli 2016

Di Zaroktîya Min De Pîrozbahîya Cejnan

Mirov carna paş xwe dinêrî û xeyalan dike, bûyerên xwe ber xwe re tîne û dibe, carna hesreta rojên derbazbûyî dikşîne, carna jî ber wan rojan dikeve.
Bi rastî mirov pir caran hesreta rojên xwe yên derbazbûyî dikşîne. Ji ber ku însan bûyerên ku nedixwest bên serê wî zû bîr dike û bûyerên ku kêfa wî jê re tên her dem ber xwe re tîne û dibe, naxweze bîr bike. Belkê di vî warî de hîna pir şiroveyên din jî mirov dikane bike. Lê dîsa jî ger em bîr nekin ku di her demê de tiştên xwestî û nexwestî bi hev re derdikevin hember me. Ji wan îstifade kirin û nekirinê de hinek sedemên bi hemla me, hinekên jî derî hemla me hene. Em kirin û nekirinên xwe ji wan bûyeran para xwe digirin.
Dema ez îroj ber Komputerê runiştim pîrozkirina êdîyên zaroktîya min hatin bîra min, ji ber ku em di dawîya meha remezanê da ne û sibe êdîya/cejna remezanê ye. Misilmanin bawermend meha remezanê bi rocî/rojî derbaz kirin, hinekan pir, hinekan jî zêde xêr û bera vê mehê îstifade kir. Xwedê xêra hemû kesên bi dil Rebbê xwe re îbadet dike qebûl bike, me jî tevê !
Bi rastî di zaroktîya min de îmkanên me ber roja îroj pir kêm bûn. Ez li Kurdisatanê di gundekî piçûk de hatim dunê û heyan 12 salîyên xwe li wir mam. Dû re jî hêdî hêdî min berê xwe da rojavayê, pêşt de bajar, du re jî welat ketin navbera me. Ez çiqas jê dûr ketim. Ew weqas nêzikî min bû, di xem û xeyalên min de aj da û rîçik berda. 
Pir tiştên ku ji bona zarokên me mîna zarûret tên qebûlkirinê zaroktîya me de qet nedihatin aqlê me. Ne cêran, ne jî aletên bi cêranê ketin jîyana mirovên hemdemî di jîyana me de hebûn. Em di malbata xwe de hatin dunê û di rûnê malbata xwe de hatin qewirandin. Zimanê me yê zikmakî yê kalik û pîrikên me jî bûn. Xarin û vexarina me, dîtin û nedîtinên me jî mîna yên wan bûn. Em û qomên xwe mîna hev bûn, ji hevûdin xeriw nebûn. Dunya me rind û xiraw yek bû.  Em hemû di gundekî de di dunyakê de dijîyan, ne mîna îroj li malekê de lê her kes di dunyakê de nedijîyan. Em û xezayê/tebîatê bi hev ra bûn. Me zor hevûdin bikirina jî hîna em nebûn dijminê hevûdin. Belkê jî loma di xeyalên min de ew rojana mîna çiraya ku di tarîyê de dora xwe ronî dike diçiruske.
Di dibistanê de zimanê bîyanî ket jîyana me û hedî hêdî bû çavkanîya bîyantîya me jî. Êdî tilsima jîyana me hat herimandin. Em li wan, ew li me. Dûrketin hevûdin bê lome.
Di helbestekê de min gundê xwe wusa hanîye ziman:

Gundekê piçûk û şîrin
Kêleka Oxî ya jêrin
Karker wane deştê dikolin
Mermer kevirên erda sorin.

Ez dîsan wegerim pîrozkirina êdîyên/cejnên zaroktîya min. Qet me nedixwest ku em serê sibê zû bên hişyarkirin. Ji ber ku di gund de zarok serê sibê zû tên hişyar kirin ku dê û bavên xwe re alîkarîyê bikin, îş û karên dest wan tên bînin cîh. Mîna dewarr rastî yawanê kirin, bostan avdan, pêz berdan, golik, berx û gar çêrandin û hwd. Lê roja êdîyê di êvar de em dor mezinên xwe digerîyan ku me serê sibê zû hişyar bikin. Ew rojana ji bona me bi rastî rojên cejnê bûn.
Roja êdîyê zû em ra dibin û me desmêj/destnimêj digirt, diçûn mizgefta/camîya gund. Dû nimêj kirina êdîyê di camîyê de me zarokan destê hemû mezinên gund, wan jî çavên me maç dikirin û em nav gund belaw dibûn. Em hemû zarok mal bi mal digerîyan û me êdîya jinên malê jî pîroz dikirin ku me xelat bikin. Xelata me jî şekiren renginî yên kesk û sor û zer bûn. Me zarokan bi piranîya şekirên xwe hevûdin dipesandin. Dû re jî li ser xanîyan dilîhistin, kî ser kî bixistana şekir dida yê din.
Mezinên me jî kom bi kom û dor bi dor serî li her malbatê dixistin, helal hazir çi bihatana ser sifrê dixwarin û vedixwarin. Xwarin û vexwarinên me jî wê demê ne mîna yên îroj bûn. Her tiştên me dixwar û  vedixwar di gund de hatibûn temîn kirin. Ne mîna îroj xwarin bi tiştên sûnî dihatin çêkirinê, ne jî di şuna av û dewa Kurdistane de cola dihat vexwarin. Ez dikarim biwêjim ku di bajêr de tenê gaz, şekir, xoy û pirtuyên/kincên xwekirinê dihatin kirîn. Roja êdîyê zilfet, boranî, qilç, patîle, parxaçê hunsir, nanê sîrê, topikên dew, topikên hundir, bilxur/savar û hinek xwarinên mîna wan dihatên hazir kirin. Pirinc hîna kêm malan de dahat dîtin.
Roja êdîyê kesên ku bi rojan û mehan hevûdin xeyîdîya bûn wê rojê hev dihatin û bi kêfxweşîyê roj didoma. Dora rojê jî herkes dîsa vedigerîya îş û karên xwe.
Sibe dîsan êdîye. Hêvîdarim ku va êdîya remezanê ji bona hemû zarokên dunê, hemû kesên xêrxaz biwe sedema aşîtîyê û biratîyê, hemû mirovên serê erdê re xêr û xweşîyê bîne. Êdîya we hemû xwendewanên hêja pîroz dikim !


02ê Mijdarê 2005, Çarşem, Stuttgart/Elmanya. 

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen