Li vir çend salan pêșt ve li ber derîyê mala apê xwe
rûniștîbûm. Herdû darên tûyê tirîca tava serê sibê di nav pelên xwe de
dibiriqandin. Çûkên li ser gulîyên/șaxên daran bi viçviçên xwe bêdengîya li ber
malê re reqs dikirin. Pisînga malê li paș koka darê xwe pûm kiribû li nêçîra
xwe dipa. Min xwe berdabû di binê bîra xeyalan. Nizanim di ramanên min de çi
derbaz dibûn. Bi silava apê xwe hevceniqîyam. Hewceniqandin șiklekê tirsê ye,
ango hevceniqandin tirs e. Ma mirov çima li ber derê xwe an jî xismên xwe bitirse?
Di derheqê hestên/hîssên mirovan de curecur tișt tên
gotin û ewê hîn werin gotin. Lê dîsa jî hemu gotin nikarin têra mirovan bikin.
Di dawîyê de dîsa kêmasîyek tê hîskirin. Va jî nîșan dide ku di jîyana serê
erdê de tu car di demek dirêj de ji her tiștî razîbûn mumkîn nine û nabe. Di
liva jîyanê de bi tiștên ku mirov xwe xwedî dihesibîne nerazîbûn hozdayîna
yekemîn e, ango pêla yekemîna ji bo hereketa destpêkek nû ye. Nerazîbûn mirovan
bi dû dîtin û destxistina tiștên nû dixe. Ango va daxwezîya dibe çavkanîya
destpêka hereketa jîyana mirov.
Di destpêka însanîyetê de heyan îroj her dem hatîye
pirskirin ku jîyan çîye? Gor bawerî, nêrîn û dîtinên mirovan curecur bersiv
hatine dayîn. Va hemu bersivên ku heta niha hatine dayîn ma çira nikarin têra
mirovan bikin? Va pirsa bi xwe nîșan dide ku jîyan mîna çemek gur ê herikîye.
Her kesên ku li ber çem re derbaz dibin û lê dinêrin, jê îstifade dikin an jî
nakin gor tecrûbeyên xwe di derheqê wî de tiștekî dibêjin. Di dawîyê de
derdikeve holê ku her bersiv xwedî rastîyekê be jî tu bersiv nikare têra
salixdayîna çem bike. Curecur bersiv derdikevin holê. Û her bersiv di demekî
șuve dibe sedema pirsek nû.
Mixapin bi peyîva jîyan bi xwe hîn pirsên nû
derdikevin holê. Çi dijî û çi najî? Ferqa di navbera jîyana însan û mexluqên/afirandinên
din de çine? Tenê însan û heywan jîyandarin/candarin, an mirov dikare hemû
tiștên șîn dibin re jî bibêje jîyandar? Jîyandarên em pê nizanin miheqqeq hene,
lê jîyandarên ku em pê nahesin jî hene an na? û hwd. Dû re peyva șiûr derdikeve
pêș mirov. Mirovê bi șiûr û yên bê șiûr, derîhiș, bi aqil bûn û bê aqil bûn,
zanîn û nezan, berpirsyar û neberpirsyar…
Di derheqê destpêkirina jîyanê bigirin heta ji
dawîhatina jîyanê hîn pir pirsên din însanan meșkûl dikin. Di van rojên nûjen
de ji dîya xwe bûyînê heta mirinê re jîyan tê gotin. Di hinek bawerîyan de
jîyan bi dolgirtina di rehma dayîkê de dest pê dike. Mirin dawîya jîyana li
serê erdê bê qebûlkirin jî bawerîya jîyana bi dû mirinê, ango di axretê de jî
tiștekî nû nine. Temenê mirov bimre jî ruhê mirov berdewam e. Va mînakana jî
nîșan didin ku mijar weqas asan nine.
Însan mexlûqêkî pir aloz[1] e,
mîna bîrek bê bin e. Her ku dije û tecrûbeyan hildigire di derheqê bêbinîya
jîyanê de zêdetir îqna dibe. Her car a ku werisê xwe berdide binê bîrê dibîne
ku weris kin e, dikșîne jor. Bi rojan rîsê xwe dimûyê, carek din werisê xwe
vedigire û dirêj dike. Carek din berdide binê bîr e. Û her car dîsa șahîdê
kêmasîyek din dibe. Jîyan wusa ye. Mîna ava herikî ji xwe re rêyekê dibîne.
Kengê êdî ji bo herikandinê rê nedît û sekinî, an zah dibe an jî hêdî hêdî
dixeripe. Herikandin avê pak dike û pak dihêle. Di jîyana mirov de bi tiștekî
re karketin jî wusa ye. Heta ku mirov bi tiștekî re kardikeve bi hereket e.
Jîyan li ber mirov mîna ava herikî bi hereket e, avisê jîyanê ye. Her gav jê re
dibe mizgîna peyama destpêkên nû. Jîjan ji xwe re jîyanê tîne, ango jîyan
jîyanê dizayîne. Va rêzên helbestê[2] jî
xeberdayîna vê heqîqeta jîyanê ne:
„Sekinandin çare nine mirin e
Leza min heye,
roja xwe dipêm”
Lez û roja xwe payandin dijî hev bixûyên jî nișitên
jîyanê ne. Jîyan li ser tiștên wusayên dijî hev avaye û didome.
Em dizanin ku girsê piçûkê tiștên madî re atom tê
gotin. Demek dirêj hat qebûl kirin ku atom nayê parçekirin. Bi pêșveketina îlmê
fizîkê hat tesbîtkirin ku atom bi elektronên negatîf (–) û bi protonên pozitîf (+)
girêdayînê hev e û bi hêzek pir qeyîm hevûdin dikșînin. Du tiștên dijî hev,
ango – û + tên ba hev û dibin sedema hebûna tiștên madî/berçavî. Dema – û + ên
atomê ji hev bên qetandin, ango atom bê parçekirin enerjîyek mezin derdikeve
holê. Enerjî, ango jîyan!?... Bi vê nêrînê mirov dikare bibêje ku „her tișt
jîyandar e.“ Mirov carna pê dihese ku sinor ra dibin, her tișt dibe yek.
Dema sinor ra bûn sehekên mirov tên girêdan. Miron di
alîyekî de bidû bêsinortîyê dikeve, di alîyê din de jî bêsinortî mirov mirovatîyê
derdixe, dîn û gêj dike.
Stuttgart, 29.07.2016
[1] Ji bo baștir fêmkirina mijarê hûn dikarin vê
nivisê jî bîxwînin. http://rojaneya-min.blogspot.de/2012/12/insan-aloz-u-dinamik-e.html