Dienstag, 21. Juni 2016

Rojên Nûjen-III

Tespîtkirinek di cîh de tiștekî girîng e, lê bi serê xwe pirsgirêk û nakokîyan çareser nake. Dûv tespîtkirinê ger hewldan jî hebe. Hewldan jî ger bi cîh da be. Bi piștdayîna di navbera tespîtkirek û hewldanek bi cîh de gava herî balkêș tê havitin. Di vê çarçoveyê de naxwezim bala we bikșînim ser tiștekî nû. Bilakîs tiștê ku dixwezim bala we bikșînim li ser ji berê vir de tê zanîn û her dem bûye rêya serkeftinê. Jê re isûla îknabûnê tê gotin. Lê ber çi sedeme ye nizanim, demek dirêj e ku va isûla hatîye terkkirin. Haydarim ku di va rojên me yên nûjen de peyîva îknayê zêdetir tê gotin. Carek din bala xwe bidin peyîvên “îknabûn” û “îkna kirin”ê. Hûnê pê bihesin ku ferqek girîng di navbera wan de heye.
Dixwezim li vir di derheqê hinek ferqên di navbera va herdu peyîvan de bînim ziman. Dema mirov bixweze îkna bike; berê xwe li der e, dixweze kesên derî xwe îkna bike û di jîyana wan de gor xwestina xwe guhertinan peyda bike. Bi xwe naxweze biguhere, ji bo xwe guhertinên mirovên din dixweze. Lê di îknabûnê de berê mirov bi xwe ye, bi xwe re meșkûl e û guhertina xwe ji bona xwe dixweze. Dema mirov bi vanê bihese û gor wê îstiqameta xwe tayîn bike; wî gava xwe a mezin a yekemîn a ji bona parastina xwe ya li hember dezgehê zordaran havitî ye. Gavên din li ser vê rêçê berdewamkirina jîyanê ye. Û qest jî ji mucadeleyê va ye.
Sîstem û dezgeha dinyaya dagirgeh li ser îkna kirinê hatîye avakirin. Bala xwe bidinê; sîstema perwerdeyê, medya, çalakî, berhevdan, mode, reklam hwd. Herçiqas roja îroj bi dek û dafan qebûlkirin re îkna bê gotin jî, ew îknabûn nîne. Îknabûn bi dil û can qebûlkirin, ji bona pêkhatina wê hereket kirin û xwe berpirsîyar dîtin e. Bi rastî perwerdeya rast û dirust li ser îknabûnê hatîye damezrandin. Mirov bi tiștekî îkna bû, wî qebûl dike, hildigire û gor wî hereket dike. Dema nekarî wusa hereket bike jî dilê wî dișewite, ji bo carek din dest bi amedekirinê dike. Îknabûn û hereketên mirov çiqas ji hev nêzik bin dilê mirov jî weqas rehet, weqas xwe bi bawer, peydabûna xwestinên wî jî weqas mumkîn in. Wê demê hemû tehdît û tehlûkeyê li ser rêya mirov li ber çavên wî bê tesîr dibin. Loma mirov dikare bi îknabûnê astengîyan bide alî, bêçaretîya xwe bifitile û pêșîya xwe bibîne. Wa îmkanek bin destên mirov de ye û tu kes nikare wê li dest wî bigire. Pir caran em îmkanên li bin destên xwe de piçûk dibînin û bi dû îmkanên li dûr dikevin. Va jî șașîtîyek me ya vê dema nûjen e. Bi vê șașitîya xwe em hêza xwe badîhewa dikin û xwestinên zordaran re îmkanan dar dixin.
Dema berê mirov dikarîya zav û zêçên xwe hember tiștên li gor wî bi tehlûkeh bûn biparêza. Roja îroj êdî va ne mumkîn e. Ên ku sîstema xwe li ser îkna kirinê ava kirine dikarin heyan nava mala me werin. Bi televîzyon û internetên xwe heyan nivînên me dest dirêj in. Dema em gor îknabûnê hevl bidin xwe û jîyana xwe bidomînin xwe ji wan dikarin biparêzin. Bi gotinan em nikarin hember gotinên zordarên hêzdar derbikevin. Gotinên wan xweșik, kirinên wan bi dek û daf in. Em tenê bi kirinên xwe dikarin  zav û zêç, nas û dost, der û dora xwe re bibin mînak. Dema ew bi kirinên me îknabibin û ji me pișt derkevin emê bigihên armanca xwe. Em bi hev re di bin bandora îkna kirina zordaran bifilitin. Îknabûna me li hember îkna kirina zordaran ji me re bibe parêzgeh. Wê çaxê kesên ku ji me re di tekilîyê de ne dikarin bi çavên xwe ferqa di navbera îknabûn û ikna kirinê bibînin, jê bihesin û gor wî qerera xwe bidin.

Çileyê Pêşin / Berfenbar / Kanûn 2015

Samstag, 11. Juni 2016

Rojên Nûjen-II

Neçarbûn tiştekî nebaş bê dîtin jî nişitekî mirov û jîyanê ye. Tu kes nikare hemu pirsgirekên xwe çareser bike, hewcîdarê kesên din e. Loma mirov hewcîdarê mirov e. Ciwakbûna însan jî ji vê hewcîdarbûnê derdikeve holê. Tu kes nikare bi serê xwe bije. Bi hev re jîyan ji mirovan re hêsanîyê ji xwe re tîne. Lê tu tişt tenê xwedî nîmet nîne, xwedî kulfet e jî. Bi civakê re jîyan jî wusa ye. Mirov jîyana bi civak re zêdetir dikare îstifade bike, lê alîyê din de jî zêdetir dibe xwedî berpirsyar.
Hêz bi xwe tiştekî dînamîk e, xwedî bandor e. Dema mirov hêz di cîh de karanî, ji mirov re dibe çêyî. Lê dema hêz ne di cîh de hat karanîn zerarê derdixe holê. Di van rojên nûjen de hêz zêdetir ji bona menfaetên şexsî tên karanîn. Ne şiklê karanîna hêzê, hêz bi xwe bûye mînak. Ango zordestî û kedxarî mîna hêzê tê dîtin. Wê çaxê jî pirahîya hêzdaran hêza xwe mîna çoyê zordarîyê di destê xwe de li ba dixin. Dema hêz bi mînakan nehat dorpeçkirin û bi xwe bû mînak edî dibe bela serê mirovatîyê ye.
Hêz mîna alkolê ye. Heyan alkol di şîşê da ye di bin kontrola mirov da ye. Kengê zêde hat vexwarin mirov dikeve bin kontrola wê. Hêz bi xwe bû pîvan, mantiqa wê jî dibe rêber. Êdî hêz mirovan digre bin mayeta xwe û îdare dike. Êdî hêz vediguhere zordarî ye. Wê demê kesên bi xwedî hêz êdî gor mantiqa zordarîyê hesabên xwe dikin.
Di navbera însanan de her dem tekoşîna baş û nebaşî yê berdewam e. Dema hêzdarî veguherî zordarî mirovên li hember derbikevin jî bibin. Kesên hember zordarîyê derdikevin ger ne gor mantiqa wan dest pê bikin, bilakîs mentiqek din bihewînin. Dema ew gor mantiqa hêzê rê bikevin ewê bi șiklekî alîyên zordaran ve werin qelskirin. Ewê her demê hemû hewldanên hember xwe ji gor menfaetên xwe manupûle bikin, xwe serkeftin derbixin. Șaîrê navdar dibêje ku hêza wan “guherandin e.”[i] Em dikarin ji vanî re daf û dek jî bibêjin. Qêrîna li hember daf û dekan çare nîne. Zordaran hesabên qêrîn û gazîyên neçaran kirine û gor wan tedbîrên xwe girtine. Yên hember wan derdikevin ger ne mîna wan bikin. Kesên ku bi mantiqa wan li hember kirinên wan derbikevin dişipin wan û dibin mîna wan. Kesên ku mîna zordaran hereket bikin, êdî ji wan in.
Her kes di serî de bi xwe re pirsyar e. Dikare qerera xwe an li alîyê zordaran an jî li hember wan bide. Dû qerardayînê cîhê xwe belû dike. Dema gor qerera xwe hereket bike di cîhê xwe yê dîyarkirî de ye. Lê dema gor qerera xwe hereket neke wê çaxê li hember cîhê xwe yê dîyarkirî ye. Mirov bi kirinên xwe nîșan dide ku an li dû gotinên xwe ye an jî hember wan e. Wexta cîh girtin zelal nebe xapandin asantir e.
Mirov xwe hember sîstema zordar bibîne jî dibe ku bi kirinên xwe li jê re alîkar be. Zordaran dezgeha xwe ava kirine û jê îstîfade dikin. Dibe ku mirov bibêje ku, ma bi tenê bi min sîstem bê guhertin? Lê mijar guhertin û neguhertina sîstemê nîne, mijar bi hajîbûn an jî nehajîbûna kirin û gotinên xwe ne. Ango li ser soza xwe mayîn û nemayîn e.
Dema îstîqamet hat dayîn û hat mucadele kirin destpêk hatîye dayîn. Bi peyîva mucadele dayînê tu car nîyet li vir pevçûn û șer nîne. Bilakîs bi pevçûn û bi șer tu kes nikare hember hêzdarên kedxar derbikeve. Bi xwe șer firsenda herî yekemîna di bin destên hêzdarên kedxar e. Ew tu carê șer natirsin û dixwezin neçar șer darbixin ku ew zêdetir serbikevin.


Çileyê Pêşin / Berfenbar / Kanûn 2015

[i] Sezai Karakoç helbesta xwe ya bi navê Masal (çîrok) de dibêje: „Hûn xwedî hêzekê ne, lê mezin e: Guherandina kesên hember xwe”.