Donnerstag, 14. Juli 2016

Nêrîn û Dîtin

Îroj di dilê min de tiștekî serûbin heye. Li serê sibê vir de dixwezim tê derxinim ku çîye? Lê mixapin an ez nikarim tê derxinim, an jî ew tiștê serûbun naxweze xwe așkere bike. Ma tiștê ku ji min re așkere nîne çira bi peyîva serûbin tê navkirin? Binavkirinek wusa durist e? Nizanim, dibe ku di tê de șașitî hebe.
Di hundirê min de hesteyek/hîssek mîna pilqên ava kelî li serûbin dibe heye. Loma ez jê re dibêjimm tiștî serûbin. Di jîyanê de weqas pir tișt hene ku gor nêrîn û dîtina mirov dikarin curecur bên fêmkirin. Bi serên xwe ew tiștana tenê navkirinek in. Navên wan di hizirên mirovan de pêvendîyan kardixin. Gor wan pêvendiyên di hizirên mirov de bașî û nebașî derdikevin pêș. Ew bașî û nebașî pir caran gor tecrûbe û zanînên mirovan û hewcîyên wan șiklên xwe digirin.
Ji bo ku gotinên min çewt neyên fêmkirin dixwezim mînakekê bidim. Minaka avê. Ji bo kesekî tî av jîyan e. Ji bo kesekî birçî navhevketina dil e. Ji bo kesekî mala wî li ber pêla avê ketiye malxirabî. Ji bo cotkarekî ku benda baranê ye dewlemendi û hwd. Daxweza min bi van mînakan ewe ku bi peyva serûbin mirov dikare curecur maneyan derbixe, maneyên baș û yên nebaș.
Gotinek meșhûr dibêje ku “di hereketê de bereket heye”. Bi kelîmeya serûbin zêdetir bala min diçe ser hereketê. Wê demê jî maneya baș a serûbinê xwe nîșanî min dide. Lê așîkare ku her hereket bi bereket jî nine. Ji bona bereketa hereketekê lazime ku bingehî û çarçoveya hereketê belûbin. Wê çaxê mirov dikare hereketê binêre, gor bingehî û çarçoveya wê di derheqê bașbûn û nebașbûna wê de qerara xwe bide. Her tișt bi pîvanê xweș e. Herî tiștê baș bê pîvan dikare zerarê bide mirovan, herî tiștê nebaș jî dikare bi pîvan bibe desema çêyîya mirovan. Lomaye ku di derheqê tiștan de ger mirov bi lez qerarê nede.
Nivisa xwe bi wergera çîrokek balkêșa di va rojana de bi medyaya civakî tê belav kirin berdewam bikim ku gotinên min baștir werin fêmkirin.
Bi rastî tiștek wusa qewimîye an neqewimîye ne pir girîng e. Ya giring ji vê çîrokê mirov dikarin dersên baș  hilbigirin. Momoste rojekî di sinifê de çîroka keștiya di behrê de binav dibe ji telebeyan re vedibêje.
“ Keștîya di nava behrê de di carekî de dest pê binavê dike. Herdu mêr û jin di alîyê bota canparêzê/hawarê de tên û dibînin ku tenê ji bo mirovekî cîh heye. Mêrik jina xwe cîh dihêlîne û sîyarî botê dibe. Jina wî ya ku di keștîyê de dimîne wî dimêze û jê re wusa dibêje: ...
Mamoste axaftina xwe qut dike û ji telebeyan dipirse: Gor texmîna we gotina jinê ya dawî ji mêrê xwe re got, dibe ku çibe?
Ekserîyeta zarokan dibêjin, dibe ku gotibe: “Min ji te nefret kir, nankor!”
Mamoste di koșe de telebeyekî bi serê xwe û bêdeng runiștî dibîne û ji wî jî pirs dike. Bersiva wî wusa ye: “Momoste! Gor nêrîna min gotîye ku baș miqatî zaroka me bibe!”
Momoste bi șașmayî jê pirs dike: “Te va çîroka pêștve guhdarî kiribû?”
Zarok serê xwe vedișîne û dibêje: “Na, lê dîya min pêș ku çû heqîya xwe ji bavê min re wusa gotibû.”
Momoste “bersiva te rast e” dibêje.
Keștî binav dibe, mêrik vedigere mal, keça xwe bi serê xwe mezin dike. Bi salan șuve rojaneya bavê dikeve dest keçikê. Tu nabêjî pêș derketina rêwîtiya keștiyê hatîye teșhîskirin ku jinik nexweșîyek bê çare ketiye. Zilam di wê dema zor de bi lez û bez jina xwe li ser keștîyê cîh dihêle û botê sîyar dibe.
Bav di rojaneya xwe de nivisiye ku “Min pir xwest ku bi tev te binav bibûma. Lê ji bo zaroka me mecbûr mam ku binavbûna te ya bi serê xwe temașe bikim.”
Çîrok diqede, bêdengiyek dadikeve li ser hemû zarokên di sinifê de ne.
Çîrok nîșan dide ku ger mirov di derheqê bûyeran de heman serkî nenêre û pêșdaraz nebe ku kesî neheqîyê neke.
Va rojên nûjen de her roj bi hezaran nûçe û agahîyên dijî hev tên belavkirin. Dema mirov sebr bike dibîne ku pirên wan bê ser û bê bin in. Lewma di dest de destbilindkirin û dengbilindkirin dibe ku bibe sedemên șașitîyan. Ya herî baș gor tecrûbe û agahîyên xwe yên șexsî hereket kirin e.
Hêvîdarim ku her kes gor xwe ji vê çîrokê dersan hilbigire.


Stuttgart, 14.07.2016, Pêncşem

Montag, 4. Juli 2016

Di Zaroktîya Min De Pîrozbahîya Cejnan

Mirov carna paş xwe dinêrî û xeyalan dike, bûyerên xwe ber xwe re tîne û dibe, carna hesreta rojên derbazbûyî dikşîne, carna jî ber wan rojan dikeve.
Bi rastî mirov pir caran hesreta rojên xwe yên derbazbûyî dikşîne. Ji ber ku însan bûyerên ku nedixwest bên serê wî zû bîr dike û bûyerên ku kêfa wî jê re tên her dem ber xwe re tîne û dibe, naxweze bîr bike. Belkê di vî warî de hîna pir şiroveyên din jî mirov dikane bike. Lê dîsa jî ger em bîr nekin ku di her demê de tiştên xwestî û nexwestî bi hev re derdikevin hember me. Ji wan îstifade kirin û nekirinê de hinek sedemên bi hemla me, hinekên jî derî hemla me hene. Em kirin û nekirinên xwe ji wan bûyeran para xwe digirin.
Dema ez îroj ber Komputerê runiştim pîrozkirina êdîyên zaroktîya min hatin bîra min, ji ber ku em di dawîya meha remezanê da ne û sibe êdîya/cejna remezanê ye. Misilmanin bawermend meha remezanê bi rocî/rojî derbaz kirin, hinekan pir, hinekan jî zêde xêr û bera vê mehê îstifade kir. Xwedê xêra hemû kesên bi dil Rebbê xwe re îbadet dike qebûl bike, me jî tevê !
Bi rastî di zaroktîya min de îmkanên me ber roja îroj pir kêm bûn. Ez li Kurdisatanê di gundekî piçûk de hatim dunê û heyan 12 salîyên xwe li wir mam. Dû re jî hêdî hêdî min berê xwe da rojavayê, pêşt de bajar, du re jî welat ketin navbera me. Ez çiqas jê dûr ketim. Ew weqas nêzikî min bû, di xem û xeyalên min de aj da û rîçik berda. 
Pir tiştên ku ji bona zarokên me mîna zarûret tên qebûlkirinê zaroktîya me de qet nedihatin aqlê me. Ne cêran, ne jî aletên bi cêranê ketin jîyana mirovên hemdemî di jîyana me de hebûn. Em di malbata xwe de hatin dunê û di rûnê malbata xwe de hatin qewirandin. Zimanê me yê zikmakî yê kalik û pîrikên me jî bûn. Xarin û vexarina me, dîtin û nedîtinên me jî mîna yên wan bûn. Em û qomên xwe mîna hev bûn, ji hevûdin xeriw nebûn. Dunya me rind û xiraw yek bû.  Em hemû di gundekî de di dunyakê de dijîyan, ne mîna îroj li malekê de lê her kes di dunyakê de nedijîyan. Em û xezayê/tebîatê bi hev ra bûn. Me zor hevûdin bikirina jî hîna em nebûn dijminê hevûdin. Belkê jî loma di xeyalên min de ew rojana mîna çiraya ku di tarîyê de dora xwe ronî dike diçiruske.
Di dibistanê de zimanê bîyanî ket jîyana me û hedî hêdî bû çavkanîya bîyantîya me jî. Êdî tilsima jîyana me hat herimandin. Em li wan, ew li me. Dûrketin hevûdin bê lome.
Di helbestekê de min gundê xwe wusa hanîye ziman:

Gundekê piçûk û şîrin
Kêleka Oxî ya jêrin
Karker wane deştê dikolin
Mermer kevirên erda sorin.

Ez dîsan wegerim pîrozkirina êdîyên/cejnên zaroktîya min. Qet me nedixwest ku em serê sibê zû bên hişyarkirin. Ji ber ku di gund de zarok serê sibê zû tên hişyar kirin ku dê û bavên xwe re alîkarîyê bikin, îş û karên dest wan tên bînin cîh. Mîna dewarr rastî yawanê kirin, bostan avdan, pêz berdan, golik, berx û gar çêrandin û hwd. Lê roja êdîyê di êvar de em dor mezinên xwe digerîyan ku me serê sibê zû hişyar bikin. Ew rojana ji bona me bi rastî rojên cejnê bûn.
Roja êdîyê zû em ra dibin û me desmêj/destnimêj digirt, diçûn mizgefta/camîya gund. Dû nimêj kirina êdîyê di camîyê de me zarokan destê hemû mezinên gund, wan jî çavên me maç dikirin û em nav gund belaw dibûn. Em hemû zarok mal bi mal digerîyan û me êdîya jinên malê jî pîroz dikirin ku me xelat bikin. Xelata me jî şekiren renginî yên kesk û sor û zer bûn. Me zarokan bi piranîya şekirên xwe hevûdin dipesandin. Dû re jî li ser xanîyan dilîhistin, kî ser kî bixistana şekir dida yê din.
Mezinên me jî kom bi kom û dor bi dor serî li her malbatê dixistin, helal hazir çi bihatana ser sifrê dixwarin û vedixwarin. Xwarin û vexwarinên me jî wê demê ne mîna yên îroj bûn. Her tiştên me dixwar û  vedixwar di gund de hatibûn temîn kirin. Ne mîna îroj xwarin bi tiştên sûnî dihatin çêkirinê, ne jî di şuna av û dewa Kurdistane de cola dihat vexwarin. Ez dikarim biwêjim ku di bajêr de tenê gaz, şekir, xoy û pirtuyên/kincên xwekirinê dihatin kirîn. Roja êdîyê zilfet, boranî, qilç, patîle, parxaçê hunsir, nanê sîrê, topikên dew, topikên hundir, bilxur/savar û hinek xwarinên mîna wan dihatên hazir kirin. Pirinc hîna kêm malan de dahat dîtin.
Roja êdîyê kesên ku bi rojan û mehan hevûdin xeyîdîya bûn wê rojê hev dihatin û bi kêfxweşîyê roj didoma. Dora rojê jî herkes dîsa vedigerîya îş û karên xwe.
Sibe dîsan êdîye. Hêvîdarim ku va êdîya remezanê ji bona hemû zarokên dunê, hemû kesên xêrxaz biwe sedema aşîtîyê û biratîyê, hemû mirovên serê erdê re xêr û xweşîyê bîne. Êdîya we hemû xwendewanên hêja pîroz dikim !


02ê Mijdarê 2005, Çarşem, Stuttgart/Elmanya. 

Freitag, 1. Juli 2016

Rojên Nûjen-IV

Mirov dikare ji alîyê perwerdeya zarokan ve ji li va peyîvana binêre. Gor hinek perwerkaran bi perwerdekirinê di sê salên pêșîyê de, gor hinekan jî di pênc salên pêșîyê de șiklê karektera mirov tê danîn. Di van salan de zarok zêdetir hewcîdarê paraztinê ye û tiștên der û dora xwe zêdetir hildigire. Ger bê zanîn ku di van salana de ji bo zarokan peyîv pir xwedî qîmet nînin. Tiștên ku zarok di vê demê de dibêjin bergirtinek mîna dûbarekirina papaxanan e. Va rastîya zanistî giringîya rola malbatê ya ku li ser zarokan e nîșan dide. Ango di vê demê de ne peyiv bi xwe, manedayîna peyîvê li ba zarok xwedî bandor e. Manedayîn jî gor gotin û kirinên mirov tê fêmkirin. Hal û hereketin kesên li malbatê sinora perwerdayîna zarok belu dikin, berîyê șexsîyeta wî tayîn dikin. Gotin û kirinên mirovên li mal, ferqa navbera gotin û kirinan ji zarokan didin nasandin, wan didin temașe kirin û gora wan zarok ji xwe re pîvanan hildigirin. Pêvendîyên mirovên li malê, șiklên peyîvandina van ên ji hev re, dengdayîna wan, rabûn û rûniștina wan, ken û mirûzên wan û hwd, ango hemû tiștên li malbatê ji zarok re dibe mînak û pîvan. Gor wan mînak û pivanan zarok di dinya xwe ya derûnî de șexsîyeta xwe hildide, mîzaca xwe belû dike. Gotin û kirinên rêberên zarok, ferqa di navbera wan de ji alîyê zarok ve tê hilgirtin û rengê xwe dide șexsîyeta wî.
Dema mirov bawerîya xwe bi tiștekî hanî û îkna bû îstiqameta xwe dizane. Ewê berê xwe bide xwe, ji re karbikeve , ji meseleyên xwe re mijûl bibe. Êdî çavên wî ne li tiștên dûr, tiștên ba wî ne, bi dû xeyalên mezin ketinê cîh dihêlîne û pirsgirekên xwe yên rojane re kardikeve. Dizane ku bi cîhanîna karên piçûk rêya tiștên mezin ve dibe. Ango mesafeyên mezin bi gavên piçûk tên hilgirtin. Wext û hêza xwe tehîr nake di cîh û wextê de kartîne. Bi vê șiklê jîyan domandin firsenda ji mîna xwe bûnê dide mirov.
Dema mirov xwest ku perwerdeya zarokên xwe bigre bin destên xwe, ger ew di serî de miqetî hal û hereketên xwe bibe. Mirov xwe ji șîretin xwe dûr bigre û ji zarokên xwe re șîretan bike ewê di alîyê zarokên wî ve jî neyên girtin, gotin û kirinên zarokan jî mîna yên wî hevûdin negirin, ew gotin mîna șîrpax bizivirin rûyê wî û bê tesîr bimînin. Dema mirov duristîya zarokên xwe xwest ger ew bi xwe jî durist be. Pîvana evila durustîyê yekbûna gotin û kirinan e. Dema mirov berpirsarîyên xwe bîne cîh, ewê zorokên wî jî wusa bin. Zarok mezinên xwe ji xwe re dikin mînak û gor wan ji xwe re heval û dostan peyda dikin. Mirov di malê de bi xwe çer tevbigere zarok jî wusa tevbigerin, ew wexta xwe bi çi qeydeyî derbaz bike, ew jî wusa derbaz bikin. Mirov bi xwe bi saetan li ber televîzyon û înternetê rûne û zarokên xwe re wusa mekin bibêje, durûtiyê dike. Zarok jî li hember wî bibin durû.
Wexta gotin û kirinên mezinan yek bin, gotin û kirinên zarokan jî dibin yek. Heyan mirov li gor îknabûna xwe hevldana domandina jîyanê da, tu sedem ji bona qisewetkirina wî namîne. Çewtîya rojaneya herî mezin çewtîya di navbera gotin û kirinên mirov de ye. Roja îroj mirov zêdetir li ser çevtîyên hevûdin dipîvên û dilê xwe rehet digrin.
Bi pîvanek nedurist duristî dernakeve holê. Kengê mirov bi gotin û kirinên xwe jîyanek bi durust bije, çewtîyên mirovên nedurustên der û dora wî bi xwe derbikevin holê. Hewcî namîne ku neduristîya wan bên bilêvkirin. Her kes jî gora wî/wê cîhê xwe belû dike û gora wî/wê ji xwe re mînakan hildigire.
Kesên ku guhertinên dixweze, di nefsa xwe de pêk neyîne, ewê heyan xweș e wan guhertinan nebîne.

Çileyê Pêşin / Berfenbar / Kanûn 2015