Dienstag, 13. Juni 2017

Li Ser Jiyanê Çend Gotin!



Demek dirêj e min dîsa rojaneya xwe bê xwedî hișt. Derî lê ve nekir û ên hatin nîvandariyê bi îkrama tasek av jî rê nekir. Tasek av?! Çiqas jî rehet, mîna tiștek bê qîmet tê gotin û dîtin. Di jiyana me de pir tiștên wusa bi qîmet û buhagiran hene ku em qet hay jê nînin. Ji me re mîna ku qet tune bin tên dîtin. Dema li ser wan tiștan hat axaftin dibe ku em pir tiștên balkêș bînin ziman. Lê aliyê din de bi hal û hereketên xwe, mîna nezan, wek tiștên bêqîmet dibînin û jê re kardikevin.

Zanîn bi serê xwe mirovan nagihîne qonaxeke. Mirov çiqas bizane jî hewciya ceribandina zanîn û agahiyên xwe ne.  Ji zanîna bi jiyanê re hatiye ceribandin re tecrûbe tê gotin. Lewma hatiye gotin ku „Musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e“. Bi nesîhetan mirov agahiyên nazarî/teorik digire, lê bi musîbetan mirov dibe xwediyê agahiyên tecrûbî. Tecrûbe wer zû zû nayê jibîrkirin û hișê mirov de cîhen qeyîm hildigirin, ji mirovan re dibin rêber.

Di vî warî de gotinek din ê balkêș jî „her tișt bi zidê xwe payîdar e“. Mirov hinî tiștên di bên destên wî da ne dibe. Bi demê re ew tișta ji wî re dibe mîna tiștek ketûber/alelade. Ji bo carek din pêhesandina buhagiraniya wî tiștî lazime ku ew tișta di bin destê wî de derbikeve. Heta ew tișta di bin destê wî da ye jê îstifade dike. Lê ew îstifada ji wî re mîna tiștekî alelade tê dîtin. Kengê ew tișt holê ra bû jê îstifadekirin jî holê ra dibe. Wê demê tunebûna wî xwe zêdetir așkere dike.

Em dîsan bizivirin gotina tasek av. Nizanim hûn qet ji tiyan re biheciyan, zimanê we bi ezmanê devê we re zeliqî, qirika we weqas zuha bû ku we êdî nekarî xaziya xwe jî daqulînin? Bi gotinek din xazî di devê we de nema ku daquloka xwe jî bilivînin? Wê demê ji bo we tasek av dibe mîna dermana ku we ji mirinê bifitilîne û hûn hayjêya buhagiraniya wê dibin.

An jî li ber sedemek bijișkî pișika we bi hevre zeliqî, nefes girtin ji bo we bû zor zehmet. Nefes girtin mîna hebûn û nebûnê ji we re bû girîng. Sanîye ji we re bûn deqqe, deqqe jî bûn saet. Dem sekinî, nefes we çîk bû û mirin li ber çavên we re hat û çû. Nefes kișandin û dayîn mîna derzî jan da we?!

Di demên wusayên teng de tiștên buhagiranên ku hebûn û tunebûna wan em bêhayjêne ji me re dibin așîkar. Bi van herdu mînakan min xwest ku bala we bikișînim li ser nîmetên rojaneyên di jiyana mirov de. Di jiyana her mirovekî de hîn bê hesab tiștên wusa yên buhagiran hene. Jê hayjênebûn ji bona mirov mîna tunebûna wan were qebûlkirin jî ew bi xwe hene û çavkaniya jiyanê ne.

Mirov carna xwe pir bi hêz û qudret dibîne. Ji xwê bawere ku çiyayekê bilind bike û bide li ser ên din. Lê nizane ku hemu quweta wî girêdayiyê nefesek bi sihhet û qultik ava zelal ve ye. Loma mezinên me gotine „Di navbera jiyan û mirinê de nefesek heye.“ Bi vê gotinê her çiqas îhtimala nêzikbûna mirinê were fêmkirin jî, ger buhagirina nefes girtinê neyê pașçavkirin. Di vî warî de hîn pir gotinên din ên bi wate jî hene. Yek ji wan va gotina ku dapîra min a rehmetî pir caran dihanî ziman e: „Kengê mirov mir dibe qûnzêrin.“ Em pir caran hajiya hebûn û tunebûna kesên derûdora xwe nînin. Hebûna wan ji bo me bi xwe re pir êrinî û nêrinîyan tîne. Em pir caran zêdetir nêrinêyên wan dibînin. Wexta ji me dûrketin êriniyên wan holê radibin. Wê çaxê em bi rastî ji wan dihesin.

Jiyan bi hemû êrinî û nêriniyên xwe didome. Hewciye ku mirov jê re babikeve. Ji jiyanê dest nayê berdan. Mirov heta ku nefes digre û dide bi jiyanê ve girêdayî ye. Bi rastî jiyan bi xwe mîna hevldanek cambazekî li ser bend ve dilihîziye. Jiberku nekeve mecbûre xwe biparêze. Ango jiyan berxwedan e.

Mirov pir caran pir tiștan li ber xwe re tîne û dibe. Ew xisletek însan e. Bixweze jî nexweze jî ger ji xwe re meșgûliyetekê karbixe. Bê meșgûlîyetî dibe ku ji mirov re bibe mușkîlat. Mirov her çiqas bi dilûcan bidû jiyanek bê mușkilat be jî, bi tecrûbî sabîte ku jiyan bê mușkilat nabe. Di demên kin de jiyanek bêmușkilat ji mirov re pêvist e. Lê demên dirêj de mușkilatî/pirsgirek ji bo hewldana jiyanê pêvist dibe. Ji wan re hewldan mirov dike xwedî tecrûbe. Bi wan tecrûbeyan mirov xwe dikemilîne, șașitiyên xwe dihese, ji bo serrastkirina wan hewldide û ji xwe re armancên/hedefên nû tayîn dike. Ango pirsgirek ji bo jiyanek devrûdayîm girîng e. Bawerbin ku pirsgirêka kesên bêpirsgirêk tunebûna pirgirêka wan e.

Pir tișt hene ku di aliyê mirovan de curecur tên qebûlkirin û gor wan qebûliyan tên temașekirin. Rastiya wî tiștî çiqas ji nêzikî qebûliya mirov bibe weqas dîtin û nêrînên wî di cîh de dibin, çiqas jî ji rastiyê dûrbe weqas jî șașitî derdikevin holê. Lê dîsa jî ger neyê jibîrkirin ku rewșa derûnî jî ji bona pêhesiyabûn û pênehesiyabûna mirov xwedî rolek girîng e. Lewmaye ku Mevlana Celaledînê Rûmî dibêje ku: „Mirov çer temașe kir wer dibîne, baș temașe bikin ku baș bibînin.“

Dema mirov bikare bibe zarokê dema xwe, dikare xwe ji pir mușkîlatan jî azad bike. Lê alîyê din de jî ji xwe re pir mușkîlatan peyda dike. Dema mirov bi nêrînek materyalîst lê nêrî, dikare bibêje ku di dawî yê de mirov dîsan xwedî pir mușkîlatan e. Wê demê tiștek nehatiye guhartin, tenê mușkîlat bi xwe hatine guhertin. Bi dîtinek serkî va rast e. Lê di jiyanê de dîtinên wusa mirov pir caran dixapînin, ji bona dîtin û têgihandina tiștan dibin çeperên li ber çavên mirov. Mirov di jîyana xwe de bi tiștên wusa yên serkî re weqas zêde kardikeve ku bê hemla xwe tê dorpeçkirin û hêdî hêdî tê fetisandin. Lewmaye ku ger mirov xwe li nêrînên rojane re bernede û hetan ji dest tê ji xwe re karbikeve, xwe bibîne û bipîve.

Stuttgart, 09.06.2017, Ênî

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen