Freitag, 29. September 2017

Derhișî û Bêhayjêbûn

Dema em hinek kirin û bûyerên ji demên berê dibihîsên ji me re pir ecêp tên. Hișê me wan tiștan qebûl nake, an jî em ber neçarî û bêxweditiya wan dikevin. Xwe ji hinek xeyal û ramanan re berdidin. Tiștên wusa ji bo xwe çewt dibînin, di dil û hișê xwe de wan ji xwe dûr digirin.
Lê bi rastî di hemdema me ya nûjen de jî pir tiștên ku xwe dișipînin ew tiștên dema berê, yên ku ji me re pir ecêp tên hene. Hinekên wan di jiyana me de jî zindî ne. Lê ber hinek sedeman, șert û șûrtan em ji wan bêhayjêne.
Bi rastî tu mirov nikare haydarê hemû tiștên derûdora xwe, hemû hal û ehwalê xwe bibe. Di warê nehayjêbûna hemû tiștên derdûdorê de îtirazek pir bi xurt jî tune. Her kes di vî warî de dizane ku pir tișt diqewimin û hayjêya mirov jê nabin. Di warê bêhayjêbûna hinek raman û tevgerên xwe de pir caran wusa nayê dîtin. Pir kes qebûl nakin ku ew carna haydarê gotin û kirinên xwe nînin. Vanî ji xwe re kêmasî dibînin. Lewmaye ku hinek mușkîlatên xwe yên derûnî qebûl nakin, ji bo çareseriya wan piștgiriyê naxwezin, li ba pirskirekên malbatî û pêwendî bala xwe zêdetir dikișînin li ser morovên din. Dema mirov di pirsgirêkan de para xwe pașçavkir nikare çareseriyan jî jê re bibîne. Lewma tê gotin ku “Bi teșhîsek rast mirov dikare tedaviyek rast cîh bîne.”
Bi salane pisporên îlmê psîkolojiyê/derûniyê di vî warî de xebatan dikin, lêkolînan dardixin, tez û antîtezan dîyar dikin, pirtûkan dinivîsînin û di zanîngehan de li ser van mijaran perwerdeyê dikin. Lê dîsan jî îzahetek têra hemû mirovan bike tune û ewê nebe jî. Tu mirov di sedi de sed mîna mirovekî din nîne û her mirov xwedî aliyekî cuda ye. Bi vê cudayiyê re tekanetiya/yektayiya mirov derdieve holê. Di alîyekê de jî her mirovek însanek e û aliyên wan ên muștêrek hene. Li ser van aliyên muștêrek mirov dikarin hinek îzahetên muștêrek tesbît bikin û ji bo rêvebir û çareseriya wan hinek teorî û tezên muștêrek diyar bikin.
Di psîkolojiyê de bêj bi bêj șax û nêrîn hene. Di warê kûrahiya derûniya însan de psîkoanalîtîk xwedî hêzek zexm e. Gotinên derhiș û binhiș di psîkoanalîtîkê de mijarên girîng in. Sîgmûnd Freud li ser van mijarên kesayetî gelek șixul kiriye. Di rêberiya wî de pir pisporên din ew nêrînên wî berfireh û kûr șopandin e. Yek jî Carl Gustav Jûng heye. Wî jî di vî warî de hinek biwêj û peyvên nû û balkêș derxistiye holê û bikaraniye. Xwestiye ku wateya wan kûr û berfireh pêșkeșî mirovan bike.
Gor Jûng derhișî tenê tiștek șexsî nîne, gêrêdayiyê dîroka civaka ku zarok di tê de hatiye dunê û perwerde bûye ye jî. Jûng behsa derhișiyek kollektîf dike. Mirov pir caran bêhayjêbûn di berpirsiyar, qerar û tevgerên xwe de di bin tesîra derhișiya kollektîf da ye. Yek jî gor Jûng kesayeta her mirovekî xwedî siyekê ye. Siya keseyata mêran jin (anîma), ya jinan jî mêr (anîmûs) e. Ango anîma arketîpên mê ne, di mêran de ne; anîmûs jî arketîpên nêr ên, di jinan de ne. Li ba pir hal û hereketên mirov siya kesayeta wê/î jî rolek girîng dilihîze.
Peyva arketîp cara yekemîn ji aliyê Jûng ve tê bikaranîn. Bi grekî tê wateya dîmenên dîrokkevn. Bi qalibên fêrbûyî ji demên pir kevn de hatine standin û di derhișa mirov de cîh girtine. Arketîp dînamîk in û bondora xwe li ser hișê mirov dikin. Zêdetir bi rêya çîrokan, çîrçîrokan û destanan di hișê zarok de cîh digirin. Stranên dengbêjên kurdan çavkaniyên bêserûbin ên ji bo avabûna arketîpên hișên kurdan in[i].
Dema mirov tesewûfê dinêre, pê dihese ku di vî warî de li ser derûniya mirov pir tișt hatine gotin û kirin. Ji ber ku em demek dirêj e li bin bandora nûjentiyê da ne. Di serî de di dibistanan de, dû re jî bi medyayên nûjen em li her aliyê ve hatine dorpeç kirin. Lewma îzahetên tesewûfî ji me re xerîb tên. Di aliyê din de îzahetên psîkolojiya nûjen jî baș nayên têgihandin, li ber ku derhișiya me ya kollektîf hîn di bin bandora kevneşopên gelê me da ye. Bi rastî bi gotina elmanan em “di navbera du kursiyan de mane”, nizanin li ser kîjan kursiyê rûnin; bi gotina tirkan “em di navbera mizgeft û dêrê de mane”, nizanin herin kîjanî. Van çewtiyên wusa li ser me zahf tesîrên dijwar dikin û carna em șaș dimînin ku çi bikin û li bervî kîjan alî ve bilivin.
Li serê erdê tu car reng tenê spî û reș pêk nayên. Lazime ku mirov ji hemû rengên li serê erdê îstifade bike û ji xwe re rengên kesayetî derbixe. Me jor jî hanî ziman ku rengên kesayetiyên bê bandora civakî ne mumkîn in. Divê mirov “li ser koka xwe aj bide” ku bê rîçik nemîne, xwe pêșve bixe, di nav nakokiyan de negevize, xwe hedar/ziyan neke. Va jî tiștek weqas hêsan nîne. Jiyanek bihiș û berpirsyarî tu car rehet nîne, ger mirov ber xwe bide. Lewmaye ku gotina “berxwedan jiyan e” pir tê bihîstin, herçiqas pir caran di wateya siyasî de were gotin jî.
Guhertin tiștek baș e. Jiyan bi xwe li ser guhertinan avaye. Lê mîna her tiștî guhertin jî ger bi pîvan be û di çarçoveya xwe de biqewime. Çi dibe bila bibe, wexta bi pîvan nebû ji mirov re dibe mușkîlat. Yek jî di guhertinê de îqnabûn û jixweser pir girîng e. Guhertinên bi tade û zorê pir caran kesan ji mirovahatiyê der dixin, dikin mîna leyîstok. Kesên wusa di derûniya xwe de her dem dojeyê dijin, her dem ji bo xwe û derudora xwe bi tehlûke ne.
Em dîsan bizivirin li ser hevokên destpêka nivîsê. Tiștên ku di dema berê de qewimîne û ji me re pir ecêb tên di vê jiyana me ya hemdem de jî xwe dubare dikin. Lê pir caran em ji wan nahesên. Ma çima em hayjêdarên wan nînin? Li jor min xwest ku di derheqê derhișê de hinek agahdariyan/malûmatan bi kurtayî binivîsînim ku bersiva vê pirsê hinekî hêsantir û așîkartir bibe. Lê dîsan jî bawer nakim ku têgihiștin weqas hêsan be. Bi mînakekê dibe ku hinek gotin baștir werin fêmkirin/têgihiștin.
Dibêjin ku di gundekî de ciwanekî sewî hebûye. Ew û diya xwe bi hev re di malekê de bi neçarî jiyana xwe didomînin. Ji ber ku sêwî ye kes pir qedr û qîmetê nade wî. Rojekê axa xeber dișîne gund ku sibe hemû merên li gund werin zevîya axa biçinin/bidûrin. Her kes ji êvar ve haziriya xwe dike, dasên xwe yên genim disûn û di șevaqa/berbanga sibehê de dikevin rê diçin li ber zevîya axa. Xortê me yê sêwî jî li ba wan e.
Dest pê dikin zeviyê diçinin. Bi helan dayîn û coșkirinê pale dișixulên. Nîvro dibe, nanên xwe dixun. Bi dû nanxarinê hinekî vêsa xwe digirin û dîsa dest bi kar dikin. Hewa germ, tirîcên tavê jî bi hêz in, mîna tîrên pîj di cilên paleyan de xwe digihînin canên wan. Êdî westiyane jî, pir deng jî ji wan dernakeve. Xortê sêwî hinekî bi xwe coș dibe û helanekî diyar dike:
-   Hatim, lo ez hatim! Ka kî dikare ji min re bikeve bezê! Min xwe hîn da ber!
Axayê di bin siya darê de rûniștî helana xort dibihîse û ji xwe re hinek wateyên çewt jê hildigire. Ra dibe tê ba xort, tû serûçavên wî dike û jê re kufran/xerewan dide, lef û gefan dixe. Dibêje:
-   Ma kurê kerê! Te heta niha xayîntî kir, neșixulî. Kar waye li ber qedandinêye, tu hîn dibêjî “min xwe hîn da ber”.
Kar diqede, gundî westiyayî diçin mal. Diya xort jî bi mereq benda kurê xwe ye. Ka kurê wê ji wê re çi xeberan bîne. Xort bi devken di derî de dikeve hundir. Diya wî kêfxweșiya kurê xwe dihese û jê pirs dike:
-   Ma kurê min, xêr e! Çi bû ku tu weqas kêfxweș î?
Xort bi dilxweșî bersiva diya xwe dide:
-   Dayê! Dayê! Axa îroj ji min re axifî!
Dema em çîrok û meselokên wusa dibihîsin, dilên me li wan kesên xaw, neçar û bêkes dișewitin. Carna derhiș em xwe qure dikin û bi wan kesan henekên xwe jî dikin. Bi rastî di jiyana me de carna em jî dikevên wan rewșan. Lê hayjêya me li me tune.
Ji we re çend mînakên hemdemiyên dișopin mînaka xortê sêwî pêșkeș bikim. Dibe ku em hinek zêdetir bala xwe bidin xwe û rastiya xwe bihesin.
Carna bi yekek meșhûr re fotograf kișandin, bi wê fotografê kêfxweșbûn, xwe qure kirin, ne mîna mînaka xort te? An jî du-sê qat bihatir kincek an jî solen ku yekî/ê meșhûr xwe kiriye an jî reklama wî kiriye kirandin pir tiștek biaqiliye? An jî mirovên her roj pir tiștên xwe yên mahrem di înternetê de teșhîr dikin û bi wan xwe qure dikin pir ji xortê sêwî cudatir in?
Lewma mezinên me gotine: “Pêștve derziyê li xwe bide, dûv re șijûnê kesên din!”

Hesen Polat, Stuttgart, 28.09.2017, pêncșem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen