Freitag, 27. Oktober 2017

Têlî, Kilama Evînê

Kilama Têliyê cara yekemîn min ji Husêynê Farê guhdarî kiribû. Hin pir kesên din jî vê kilamê bi hinek guhertînên  din dibêjin. Her çiqas hinek guhertin di navbera wan de hebin jî kêm zêde çîrok eynî ye. Dema mirov di teswîr kirinê de lê dinêre kilama Têliyê ji bo dewlemendiya edebiyata kurdî ya bi dewkî mînakek zahf baş e. Têli ji aliyê niqaşî ve guhdarên xwe dorpeş dike.
Xortê ku bi salan e dil berdaye Têliyê di destpêka kilam de dibêje “were Têlî”. Belû ye ku bi hesreta Têliyê agir ketiye dilê wî. Naxweze navê Têliyê li ser zimanê xwe dayne û bidûhev dubare dike.
Her çiqas ji bo kurdan destpêka rojê bi hildana rojê be jî ji bona wî roj bi navê Têliyê dest pê dike û didome. Qedandina rojê jî bi telafûza vî navî ye. Rabûn û runiștina wî, hemû hal û hereketên wî bi telafûza vî navî berdewame. Ew mirovê evîndar bi navê Têliyê re bûye yek. Tu tiștekî bê Têliyê nabîne û nabihîse. Kul û keserên wî tenê bi dubarekirina navê Têliyê hinekî xwe dirawiste. Bi rastî ji vanî re rawiste gotin jî ne durist e. Ew ji bo dubarekirina Têliyê nefes girtinek e. Ji tepelîga serî de heta binê lingân bi evîna Têliyê dilerize, diricife. Tu tiștekî din nikare têra wî bike, sewra wî bîne û ji bo nefes kișandinek din hêzê bide wî. Ew êdî bizotek di nav agirê gur ê bi evîna Têliyê de her dem tê qewirandin e. Tu êș, jan, keder, zehmet nikare Têliyê ji wî bide jibîrkirin. Ji ber eșq û șewqa Têliyê êdî aqil û hiș di serî de nema ye. Gor gotinên wî dema dû mirina wî re di qebrê/gornê de melahîketên  Xwedê ji wî pirsa qebrê bikin bê dubarekirina Têliyê tu tiștek din neyê li ser zimanê wî.
Kilam bi pesnandinên Têliyê didome. Evîndarê Têliyê bi hemû peyvên ku ji bo wî salixdayîna hemû tiștên baș dide ji bo Têlî yê tîne ziman û agirê evîna xwe dardixe. Ew hemû tiștên ku li ba kurdan îșareta pesn û bihagiraniyê ne ji bo Têliyê rêz dike. Bi van pesnan jî qîma xwe nake û ji Têliyê re berdiltiya heft xwengên xwe tîne ziman. Ew bi xwe ji vanî re amade be jî bavê Têliyê ji zewaca herduyan re asteng e. Qelindek pir zêde, bêmumkînat dixweze. Lê dilê evîndaran astengiyan qebûl nake, digazîne.
Raste evîn astengiyan qebûl nake, lê ji bo geșkirina agirê evînê carna qirșek dikare mîna çiyayek mezin bibe sedemek gir û gerî. Evîndar ji evîna xwe re pêvendiyan kardixe. Beriya heft salan ramûsanek Têliyê ji vî agirê geș re hîn jî çavkanîyek bi hêz e.
Evîndarê me kesek bawermend e jî. Her roj pênc wext nimêja xwe dike. Pêș nimijê desmêja xwe digire. Di her desmêj girtin û nimêj kirinê de dixweze ji vê evîna bêçare xwe azad bike. Lê ew ramûsana berî heft salan ew wusa dorpeç kiriye ku hemû can û lașê wî bûye dîldarê vê evînê. Ji bo wî azadbûn ji evîna xwe re yekbûn e.
Evîndarê Têliyê hemû sehengên xwe mîna antenan li bervî mala bavê Têliyê ve zivirandiye. Li wêr çi diqewime dixweze haydar bibe. Lê tiștên diqewimin jî ne ji gor hêviyên wî ne. Bavê Têliyê keça xwe bi kalekî heftê û heyștê salî re zewicandiye. Dema evîndarê Têliyê wê bi wî kalî re dibîne pir xemgîn dibe, stêr ji çavan diherikin. Di aliyê derûnî de serûbin dibe. Hêvîya wî ya bi jiyanê re dișke, mirin tê ber çavan. Wî halê xwe ji mirinê xirabtir dibîne. Weqas zehf xemgîn û dildeng dibe ku perde li ber çavan dikișe, jê re tiștên bi xeyalî eyan dibin.
Di psîkolojiyê de ji wî halî re halîsînasyon tê gotin. Di demên pir dijwar de tiștên normal ji holê ra dibin û yên nenormal derdikevin pêș ku mirovê bîhn lê çik bûye zerarek mezin nede xwe û derûdora xwe. Di rewșên travmatîk de bûyerên wusa mîna piștgirî, ango sîgorte/bîm derdikevin pêș, mirov ji tehlûkeyên mezintir diparêzin. Mîna ku qezayek mezin de mirovên ku qor an jî pîlên xwe wenda dikin demekî qet êș û janê nahesin, di aliyê pisîkolojîk de jî di rewșên travmatîk de xeyal derdikeve pêș ku mirov ji wî rewșa ji bo wî pir dijwar e biparêze. Va bûyer di çanda me da mîna mucîze tê dîtin û șirovekirin. Bi rastî jî ji bo jiyandomandina wî kesî ew bûyer mucîze ye.
Di wê rewșa guvișandin û dijwar de bilbilek asîmanan de tê, li ser çoka evîndarê Têliyê datîne û jê re dipeyîve, ango șîretan dike. Șîretkirina bilbil ne tenê bi zimanekî ye, bi çilûçar zimanan e. Di serî de jî bi zimanên heremê ne: Tirkî, Kurmancî, Zazakî û Romanî[i]. Va jî nîșan dide ku hetan va sedsala dawîyê di vê heremê de pir ziman hatine axifandin û mirovên heremê dikarine bi çend zimanan biaxifin.
Bilbil bi rastî jî peyamek mucîzevî ji evîndarê Têliyê re diyar dike. Dibêje “na na weleh qesem dikim bi navê Xwedê mexsed û miradê dilê te û Têliyê li vê dinyayê nabe, ‘Cineta Baqî’ gelo ‘Erşê Alî’“ de ewê bibe. Her çiqas va bersiva dilê wî re nebe merhem jî wî ji tehlûkeyek mezin diparêze.
Heta vê demê em tenê haydarê evîna Evîndarê Têliyê ne. Em nizanin ku Têlî jî evîndara wî ye an na. Her çiqas behsa ramûsanek pêș heft salan hatiye kirin jî di derheqê dema rojane de em bêguman in. Dûv peyamdayîna bilbil deng û gazîna Têliyê ji guhdaran re eșkere dibe.
Têlî jî evîndar e. Lê qêrîn û gaziya Têliyê dîyar dike ku gumaniya wê evîna evîndarê wê tunebûye. Raste, bi salan ew li derûdora zozanên Bîngol û Șerefdînê jiyane. Lê wê tu car îșaretek evînê li wî neditiye. Têlî van gilî û gazînên xwe bi șêveyek nifirî tîne ziman.
Di orf û edetên Kurdan de li ba zewaca xort û keçan gotinên mezinan xwedî bandor bin jî revandin ji bo evîndaran her dem mîna çareseriyekê hatiye dîtin û qebûl kirin. Lewma Têlî dibêje ku ezê ji re bireviyama, dema minê bizaniyana ku tu jî evîndarê min î. Êdî pir dereng e. Ji bo keçên ezew rev çareseriyek be jî ji bo jinên markirî êdî rev tu car nayê qebûl kirin. Têlî ji vanê haydar e û bi halê xwe gilîdar e. Têlî jî mîna wî mirinê ji vî halê xwe yî rojane baștir dibîne.
Evîndarê Têliyê bi gazîn û giliyên Têliyê hewa dikeve, bê sebr dibe, rê û çolan dikeve, êdî welat li wî teng bûye. Ji ber evînê derwêștiyê dicêribîne. Bêtewatiyê nikare cîhekî jî bisekine. Yek bi yek navên bajaran dijmihêre û heta Mekke ya Mukerrem diçe. Li wir hemû cîhên bimbarek û miqeddes digere, dua dike, hêviya xwe tîne ziman, dixweze ku hinek tewat bikeve dilê wî. Lê tu çareseriyê nabîne. Berê xwe dide Bexdayê. Li Bexdayê qîzek bala xwe dide ser û deng lê dike, ji wî re xwe dipesîne û dixweze ku ew yê wê be.
Çavên wî bê Têliyê tu kesî nabîne. Dîsan dest bi dubariya navê Têliyê dike. Vedigere ser keçikê û pesna Têliyê dide. Dibêje ku „Qesem dikim bi navê Xwedê, sed û bîst hebê weka te hebin li dinyayê, neynûkeka Têliyê pê nayê.“
Va pesnana jî têra wî nakin. Gor fikrê min li ber evîna xwe û bêçaresertiya di tê da ye dikeve xem û xeyalan. Dibe ku carek din teva ketibe, bi peyvên derûnînas halîsunasyonan bibîne. Qala bihara Kurdistanê dike, cîh û dewerên Têlî li jiyaye. Zozanên Serhedê, Bîngolê; Nemrûd, Șerefdîn û Sîpanê Xelatê.
Bavê Têliyê koçer e, xwedî birên pez e. Biharê derdikevin zozanan. Demek dirêj di nav kurdan de kesên xwedî birên pez jiyanek koçerî dijiyan. Hinekên wan nîvkoçerbûn; baharê derdiketin zozanan û payîzê dizivirin gundên xwe. Hinek malbat her dem koçer bûn. Havînan di zozanên Serhedê bûn û zivistanê dizivirîn berîyê, ango deștên Ruhayê û Herranê.
Evîndarê Teliyê hespa xwe ya kehêl û rewan siyar dibe, berê xwe dide cîh û dewerên Têlî lî dijî. Mala bavê Têliyê li Qûntarê Sîpanê Xelatê kon vegirtine. Sê konên reș. Di kona pêșin de kes tune. Di konê navîn de çavên wî sê keçên zêrîn dikeve. Ji wan yek jî Têlî ye. Dest pê dike bi mînak û teqlîdan wan tesvîr dike, evîna xwe tîne ziman.
Û di dawiya kilamê de neçariya xwe diyar dike, nemumkînata ji Têliyê re zewacê bilêv dike. Dibêje ku „Yeqîna we hebe ji Xaliqê Rebê Alemê, de çiqas jinê çê hene, temamî qismetê mêrê kotî ne.“
Evîndarê Têliyê her çiqas bi van gotinan rastiya jiyanê ya di navbera xwe û Têliyê bîne ziman jî dilê wî kul, kezeba wî șewitiyê. Bi gazînan kilam di mêjoyên guhdaran de cîh digire.
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî...

Hesen Polat, Stuttgart, 23.10.2017




[i] Zimanê romanî dibe ku zimanê ku așiq/cîngene di nav xwe de diaxifin be. Navên așiq û cîngene di nav gel de bi wateyek nerênî tên dîtin. Lewma ew ji xwe re Roman dibêjin. Di aliyekî din de Kurdan hetan van salên dawî ji Tirkan re Rom digotin. Di zimanê Osmanî de Diyarê Rûm, Mevlana Celaleddinê Rûmî tên gotin.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen